Diyarname
Kovara Esmer ku di rêbendana 2005'an bi diruşma "Populer kurtur" derket heta niha sê caran dest guhart.
Kovar bi diruşma "populer kurtur" di bin gerînenderiya weşanê ya Ferzende Kaya de derket. Dema kovar derket hinan ji ber 'populer kurtur'a wê berê xwe jê ba da, hinan wekî çêjeke nû ew hembêz kir. Di kovarê de ji Îsmail Beşikçi heta Cezmi Ersoz, Mehmed Uzun, Ragıp Duran; ji Yilmaz Odabaşi heta Ahmet Tulgar, Muhsin Kizilkaya, Şeyhmus Diken, Coşkun Aral gelek kesî têde nivîsî.
Kovarê di dema li dor du salan de li ser Ehmedê Xanî, Dengêj, Mehmed Uzun, Cegerxwîn, Ahmet Kaya, Behmen Qubadî, gelek dosyayên cihêreng çêkir lê piştî demekê xirecira di nava kovarê de derket. Bi hejmarên 30'yan re kovar bû du parçe, Ferzende Kaya û koma wî ji kovarê veqetiyan û dest bi derxistina kovareke din kirin. Vê carê di bin gerînendetiya weşanê ya Latif Ozdemîr de kovarê dest bi weşanê kir lê vê komê jî encax karî 3 hejmaran derxe û kovar hat ber girtinê. Niha komeke din dest avêt kovarê û hejmareke nû derxistin. Koma nû ya berpirsa kovarê hejmara avrêlê derxist.
Kovar niha bi xwedîtiya Azîz Çîçek û di bin gerînendetiya weşanê ya Faik Diyar de hejmara xwe ya nû derxist. Kovarê di vê hejmarê de li ser Kazancı Bedih dosya amade kiriye û ew kiriye berga xwe.
Esmera bi tirkî çanda kurdî pêşkêş dike û ev yek ji xwe re kiriye armanc. Di vê hejmarê de Muslum Aslan, Mehmet Soylu, Ali Işik, Bulent Tekin li ser hunermend Bedih nivîs nivîsîne û Faik Diyar jî bi hunermend Onur Akin re hevpeyvîneke kiriye.
Di kovarê de kesên wekî Baskin Oran, Îsmail Beşikçi, Sibel Ozbudun, Cafer Solgun, Ferhat Tunç, Huseyin Siyabend nivîs nivîsîne û rûpela dawî ya kovarê jî ji bo dengbêj Fadilê Kor veqetandine.
Kovar di nav ew qas nîqaşê de di bin rêveberiya koma nû de gaveke nû avêt, wiba diyar e ku berdewamkirina jiyana wê dê bi rewşa madî û xwediyê wê ve girêdayî be.