Diyarname
Rojnameya erebî Al Awsat ku navenda wê li Londonê ye li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê nûçeyek weşand. Nûçe dibêje ku herêmên di bin qontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne dê ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve bi awayekî dîplomatî bêne naskirin. Nûçe dibêje ev der sê qatî ji Lubnanê mezin e ku 28 hezer kîlometreçarqorzî ye.
Rojnameyê nivîsiye ku DYA xwe amade dike ji bo van deran gavan biavêje ku ev yek dê helwesta DYA'yê ya li Sûriyeyê biguherîne. Rojnameyê nav nedaye lê diyar kiriye ku ev agahî ji rayedarekî DYA'yê girtiye. Nûçe wisa dibêje: "Di vî warî de gava pêşî ku hate avêtin ew bû ku Sekreterê Parastinê yê DYA'yê Jim Mattis got ku dê Washington dîplomatan bişîne herêmên di bin qontrola HSD'ê de."
Li gor rayedarê DYA'yê, Washington bi stratejiya nû dê însiyatîfa ji nû ve sazkirinê bigire dest. Her wiha ji bo bingehê xurt bike û hêzên hikumeta herêmê perwerde bike jî dê planan çêbike.
Parastina herêmên di bin qontrola SDF'ê de û parastina baregehên leşkerî, li gel van dê gavên nasandina bi awayê dîplomatîk jî bêne avêtin.


