Diyarname
Tîma Katalonyayê Barselona îro ligel Sevilla di fînala Kûpaya Kral a Spanyayê de hat hemberî hev. Barselonayê bi 5-0 bi ser ket û kûpa bir mala xwe. Golên Barselonayê Luis Suarez (dq 14 û 40), Lionel Messi (dq 31), Andres Iniesta (dq 52) û Philippe Countinho (dq 69) avêt. Barselona bi vê re bû 4 caran ser hev de vê kûpayê bi dest dixe û bi vê yekê di vê sedsalê de bû yekemîn tîm ku 4 caran ser hev de vê kûpayê digire. 95 sal berê Athletic Bilbao serketinek wisa bi dest xistibû.
Reqîbê Barselona Sevilla bû 8 caran derdikeve fînalê lê vê carê bi ser neket. Di 8 carên fînalê de 5 caran kûpa girtibû. Vane notên li ser şevê.
Ala Katalonyayê vekirin
- Barselona tam 40 caran derketiye fînalê Kûpaya Kral, ji van 30 caran bi ser ketiye.
- Hinek alîgirên Sevilla dema hatin stadê otobusa wan rastî êrîşa temaşevanên katalan hat, camên wê şikiyan. Ew ligel polîsan ketin stadê.
- Li stadê ala Katalonyayê hate vekirin.
- Hin temaşevanan dema sirûda neteweyî ya Spanyayê hat xwendin û dema kral kûpa da fîkandin.
- Lionel Messi bi gola ku îşev avêt de di 9 serdemên vê kûpayê de gihîşt gola 40'î.
- Barselona di lîgê de jî lîder e û 83 pûanên wê hene. Maça pêşiya me bi dest bixe berî lîg bi dawî bibe dê şampiyoniya xwe ragihîne.


