logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Keçên Rojê li Cannesê ne

“Hebûna we bi xwe serketinek e.
Berxwedana li dijî zilmê serketinek e.
Şerkirin serketinek e.
Yekane tişta ew dikujin ti

  • Dîrok: 15/05/2018
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

ALÎ GULER / CANNES

 

“Hebûna we bi xwe serketinek e.
Berxwedana li dijî zilmê serketinek e.
Şerkirin serketinek e.
Yekane tişta ew dikujin tirsa me ye.
Bi her jina wan revandî şervaneke nû ji dayik bû…”
Ev peyvên mîna helbestekê, ji sahneyeke ji filmê bi navê "Keçên Rojê" (Girls of the Sun) ne. Keçên Rojê behsa têkoşîn û şerê jinên kurd ên li dijî DAIŞ'ê dike. Ew îsal di 71’emîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Cannesê de di nava 21 filman de namzetê xelata Palmiyeya Zêrîn e. Filmê ku bi meraq xelk li bendê bû, pêr hat nîşandan. Bi her halî, awira filmê saetek û 55 deqîqeyan dirêj, li ser îradeya jinê, hîza wê û baweriya wê ya bi serketinê ye. Derhênera jin a filmî Eva Husson, vê yekê bi rêya jina Êzîdî Bihar dike ya ku DAIŞ'ê ew êsîr kiriye û piştre azad bûye.
Fîlm bi sehneyên dram û aksiyonê dest pê dike, û bi çavê rojnamegera fransî Emmanuelle Bercot (Mathilde) tê vegotin. Êrîşa DAIŞ´ê ya li dijî Şengalê, komkujî, êsîrkirina jinan û serketina van jinan a li dijî çeteyan mijara film e.
Derhêner Eva Husson bi xwe senaryoya film nivîsnadiye. Derhêner bi xwe îşaret bi wê yekê dike ku zilmê, komkujiyan û êsîrkirina jinan tesîr li wê kiriye û fîlm parçeyek ji rastiyê ye.
Rola Biharê lîstikvana îranî Golshifteh Farahanî lîstiye. Fîlm bi çûna Şengalê ya bi helîkopterê ya rojnamegera fransî Mathilde dest pê dike. Şervanên jin wê pêşwazî dikin, em şahidiyê li hev rasthatina Mathilde û Biharê dikin. Şervanên jin ên kurd şerê xwe dikin da ku gund û bajarên xwe ji DAIŞ´ê rizgar bikin.

Rojevkirina garîlayên jin
Film bi sahneya êrîşa şervanên kurd a bi rêya tunelê li dijî navenda DAIŞ´ê bi dawî dibe. Hin şervanên jin jiyana xwe ji dest didin û di bombekirina balafiran de Mathilde jî birîndar dibe. Hingê di ekranê de notên ku Mathilde girtine xuya dikin; komkuijiyên DAIŞ´ê li Şengalê, jinên Êzîdî ên hatine revandin û zarok… Di dawiya film de di nava bi sedan zarokên rizgarkirî de zaroka Biharê jî heye.
Di filmê de wekî din uniformeyên gerîlayên YJA-Starê tên bikaranîn. Film li Cannesê nexasim jî ji aliyê rojnamegeran ve hat ecibandin. Wisa tê qebûlkirin ku film wê li festîvalê xelatekê wergire. Emmanuelle Bercot a berê jî xelat wergirtî û Golshifteh Farahani jî namzetên xelata Lîstikvana Herî Baş in.
14.05.2018, ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gelo Amedspor wê kongreyê li dar bixe?

ad

98 hezar kes çûn serdana Fûara Amedê

ad

'Dilop'a 8'an jî hat

ad

'Bila navê Dêrsimê bê îadekirin'

ad

Sirri Sakik li Agiriyê ji bo şaredarî pêşberendam e

ad

Nuri Bilge Ceylan dîsa diçe Cannesê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname