Diyarname
Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo Cejna Zimanê Kurdî li Odeya Tabîban a Stenbolê şevak li dar xist. Di şevê de axaftin hatin kirin, helbest û stran hatin gotin.
Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi KHK'ê (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve hat girtin, hin hezkiriyên kurdî û mamosteyên zimanê kurdî par Komeleya Lêkolînên Kurdî vekirin. Enstîtuya Kurdî ku heta hat girtin ji sala 1992'yan heta 2016'an bi temamî 60 pirtûkên bi kurdî weşandin, hen wiha hin kovar jî. Ligel vê dersên ziman dan, gelek xwendekar û mamoste gihandin. Piştî ew qas salan û vê kedê Enstîtu hat girtin. Niha jî Komeleya Lêkolînên Kurdî xwe daye ber vî barî. Komele niha dersên kurdî dide, xebatên li ser kurdî didomîne. Komeleyê ji bo 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî şevak li dar xist.
Axaftina destpêkê ya şevê ji aliyê zimanzan Samî Tan ve hat kirin. Tan got ku barê zimanê kurdî li ser milê hinan maye, lê ev bar ne yê hinan e, yê me hemûyan e û xwest her kes vî barî hilgire.
Paşê zimanzan Zana Farqînî jî derket ser dikê û li ser dîroka avakirina Enstîtuya Kurdî axivî, avakarên enstîtuyê kesên feqî Apê Mûsa, Abdurrahman Durre, Feqî Huseyîn Sagniç, Cemşîd Bender bibîr anîn. Farqînî diyar kir ku gere mirov tenê van rojan pîroz neke, bar tenê li ser milê Enstîtuyê nemîne û got ku ziman reng û dengê nasnameyê ye û divê mirov bi vî awayî xwedî lê derê. Farqînî wisa dawî li axaftina xwe anî. "Tu çi dixwazî bi zimanê xwe bixwaze, tu çawa dixwazî bi zimanê xwe bixwaze."
Dûre sînevîzyona ku li ser dîroka Enstîtu û avakirina Komeleya Lêkolîn Kurdî hatibû amade kirin hat pêşkêş kirin. Di şevê de dengbêj Sebrî Agirî klamên xwe, hunermend Nîhal Durdu û Selman Omeryan stranên xwe pêşkêşî beşdaran kirin. Her wiha hin xwendekarên komeleyê helbest xwendin û şev bi belavkirina bawernameyan bi dawî bû.


