Diyarname
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo 7 berendamên HDP'ê veto derxist û li ser vê yekê HDP 7 kesên din wekî berendam nîşan dan.
Batman
Ji van Îdîrs Balûken ji ber ku dadgehê ceza lê birî berendamtiya wî hat betalkirin. Ji dêvla wî ve endemaê YSK'ê yê li ser navê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî wekî berendam hat nîşandayîn.
STenbol
Ji Stenbolê Herêma 3'yem Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Konfederasyona Elewîyan Turgut Oker ji ber "heqaret li serokomar kiriye" ceza lê birîn, ji ber vê jî berendamtiya wî betal bû. Ji dêvla wî ve Zeynel Ozen wekî berendam nîşan dan.
Şirnex
Li Şirnexê ji dêvla Abdullan Gungen Hasan Ozguneş wekî berendam nîşan dan. Ji dêvla mebûsa Şirnexê Leyla Bîrlik jî Nuran Îmîr (Îmîr di rêza 4'em de bû anîn rêza duyem) nîşan dan. Serdar Kunî jî di rêza 4'em de hat nîşandayîn. Lîsteya Şirnexê bi vî rengî çêbû:
1- Hasan Ozguneş, 2- Nuran Îmîr, 3- Huseyîn Kaçmaz. 4-Zerdar Kuni
Bursa
Li Bursayê ji dêvla Yuksek Akgun Adnan Şahin hat nîşandayîn.
Entab
Li Entabê di rêza duyem de ji KESK'ê kedkar Bedriye Yorgun hebû ew hat vetokirin, ji dêvla wê Berivan Ozpolat Şimşek hat nîşandayîn.
**
Vaye hemû lîsteya HDP'ê ku berî vê guherînê şandibû YSK'ê:


