Diyarname
Romana nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç bi navê “Siya dema borî” ji Weşanên Do derket. Di romanê de çend niviskar di serada wijdanê re derbas dibin.
Karektera bingehîn Berjîn di zanîngeheke alman de beşa wêjeyê dixwîne. Dixwaze li ser jiyana şehîdekê gorbihuşt romanekê binivîse û bibe niviskar; ew di hûrkolîn û lêgerînê de tesadûfî rastê karekterên du nivîskarên kurd tê. Ew karekter rastiyên xwe û nivîskarên xwe bi van gotinan tînin ziman:
“Ez xeşîm û bê azmûn bûm, felekê di nava jiyanê de
ez ji rastiyê miştim.
Serma, dijwarî, gule û êşkence giyan ji min nestand,
ez li jiyanê hîştim.
Ne hestê tewanbariyê, ne jî bêbextiya jiyanê,
qelema niviskar ez kuştim.”
Hêlîn
“Dê û bavên min hebûn, lê dîsa ez ji sêwiyan sêwîtir,
stûxwar, gêj û bê aram bûm.
Di gera hêviyê de li ber bahozê ketim, di nava çemê dijmin re
herikîm, heram bûm.
Li hêlekî tirsa bêbav, li hêlekê qelema niviskar li min da,
ketim juniyan, ji qam bûm.”
Ferna
Berjîn tim di xewna xwe de li aliyekê şehîdên jin dibîne, li aliyê din bi nivîskaran re dikeve nava nîqaşên kûr û rexnegirî.
Di romanê de nivîskar Ronas ji Berjînê re wiha dibêje: “Riya nivîskariyê riyekê dijwar e. Berê her tiştî divê mirov ji wê sêkoşeya herêma me be! Çiyayî nikarin bibin nivîskar! Welo bibin jî, em rê nadin!...
…Ya duyemîn divê di nava çapemeniyê de têkiliyên mirovan hebin. Têkilî ji bo nivîskarekî şertê yekemîn û herî girîng e. Gava tu ‘qirik’ binivîsînî çapemenî dikane ‘qirika’ te têke ‘baz.’ Lê gava têkiliyên te tunebe, çapemenî binivîse jî, wê ‘bazê’ te têkin ‘qirik.’…
Fêrgîn Melîk Aykoç kî ye?
Nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç di payîza 1951’ê de li gundê Baskan ya li ser navçeya Gimgimê hatiye dinê.
Li pey dibistana Mamostetiyê, heşt salan mamostetiya tirkî kiriye. Ew huvdeh roj berê Derbeya Leşkerî derketiye derveyê welêt. Bi derketinê re jî dev ji mamostetiya tirkî berdaye, lema jî li Almanyayê her çendî ji bo wî derfetên mamostetiya tirkî hebûne jî, wî ew nepejirandiye, bê navber di komaleyên kurd û hin saziyên alamanan de tenê mamostetiya kurdî dike.
Melîk, demekê jî bi tevê hin nivîskar û ronakbîrên welatparêz kovara bi navê “Amara” derxist.
Berhemên wî:
Yên li Ewropayê derketine.
1 – Kurdîzan (rûberîna hemû zaravayên kurdî), 1996, Enstîtuya Kurdî ya Berlînê
2 – Mamosteyên Zinaran (roman), 1999, Dusseldorf
3 – Dîlên li ber Pûkê (romana bîrewariyan), 2002, Koln
4 – Kaniya Xwendinê (Pirtûka dersê ji bo pêngava 3-4’an), 2007, Yektiya Mamostêyên kurd (YMK) Oldenburg
5 – Fermo bi Kurdî (Xwe bi xwe fêrbûna kurdî ji bo mezinan), 2008, Enstîtuya Kurdî ya Kolnê
Yên li Tirkiyê derketine.
1 – Fermo bi Kurdî (Xwe bi xwe fêrbûna kurdî ji bo mezinan), 2009, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
2 – Rondikên Hêviyên Wenda (jînborî /novel), Weşanên Do 2009, Stenbol
3 – Siya dema borî (roman), Weşanên Do, 2009, Stenbol
***
Nûçeyên eleqedar:
- Medenî Ferho: Afirgeriya pirtûkan, her dem, di nava malbatê de bûye prisgirêk
- Ji Sêbareya Mêrdînê "Bavfileh" jî derket
- Ji Sêbareya Mêrdînê "Qerebafon" derket
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


