Diyarname
Li Iraqê meha borî hilbijartina giştî li dar ketibû, deng li gor pergala elektronîkî hatibûn jimartin. Li ser vê yekê gelek nîqaş û îtîraz hatibûn kirin. Niha Meclisa Iraqê biryar da ku deng ji nû ve, lê vê carê ne bi pergela elektronîkî, bi pergala berê, ya jimartinê bêne jimartin.
Hilbijanrtina Iraqê 12'yê gulanê de li dar ketibû. Di hilbijartinê de Îtîfaqa Sairun ku rêberiya wê Mukteda el-Sadr ê şiî dikir bi bidestxistina 54 kûrsiyan bûbû yekemîn. Li Herêma Kurdistanê jî PDK bi girtina 25 kûrsiyan bûbû yekemîn. Niha meclisê biryar girt ku deng ji nû ve bêne jimartin. Dê encamek çawa derkeve di demên pêş de dê diyar bibe.


