Diyarname
Can Dundar û Mehmet Alî Bîrang li TUYAP'ê beşdarî panelê bû û rêyeke nû da ber xwendevanan.
Roja dawî ya TUYAP'ê (25'ê mehê) bi navê "Li ser pirtûka Bîrand" paneleke li dar ket. Di panelê de Can Dundar û Mehmet Alî Bîrand li ser pirtûka ku Can Dundar li ser Mehmet Alî Bîrand nivîsiye axivîn. Dundar qala pêvajoya bernameya "32.Gun" ku ji salên 1980'yan ve bi hev re xebitîne kir û pêvajoya amadekirina pirtûkê vegot. Dundar ji bo temaşevanan jî got ku her lêkolînê bikin, binivîsin. Mînak kalê we çawa bi pîra we re zewiciye, li kîjan stranan guhdarî kiriye, çawa xwarin xwariye, li ser sifreya li erdê sazkirî yan li ber maseyê... Lêbikolin.
Li ser pirseke rewşa çapemeniya niha ku li ser bûyerên civakî nasekine jî Dundar wisa got: "Serokwezîrê vî welatî patronên çapemeniyê li hev dicivîne û dibêje vê vê binivÎsin, vê nenivîsin. Wê rojê li Tirkiyeyê çapemenî têk çû. Ger wê rojê ew patron li ser vê gotinên ji wir rabûna û biçûyana emê bi eniyeke paktir bihatana vir. Pêşniyara min ji bo we ew e ku berê xwe bidin çapemeniya alternatîf, ji wê derê agahiyan bi dest bixin."
Mehmet Alî Bîrand jî got ku dema pirtûka Can Dundar xwendiye gelek westiyaye û ji xwe wisa pirsî "Ev tişt hemû min jiyan."
Bîrand ji bo temaşevanan got ku miheqeq rojnivîskê binivîsin, li ser kurdbûna xwe ku koka wan ji Palûyê tê jî wisa got: "Dema xanima min Cemre derxist holê ku malbata min ji Palûyê tên, ez xemgîn nebûm. Tu rewşeke min ku ez derkevim qadê û bang bikim bibêjim ez kurd im tune ye. Li ser pirsgirêka kurd nêzîktêdayîna min diyar e. Berê jî diyar bû, niha jî bi heman awayî ye. Ez bi rewşa xwe serbilind im."
Bîrand li ser rojnamegerên girtî jî got ku ew li dij e ku rojnamegerên kurd ji ber fikra xwe bêne girtin. Her wiha bibîr xist ku bêyî pişta xwe bidin terorê divê her kes fikra xwe bîne ziman.
Foto: Cemil Oguz
***
REKLAM
Kovareke nû bi navê DîWAR derdikeve
Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany
Ji bo nûçeyê LOGO'yê bitikînin



.jpg)