Diyarname
Lîstika şanoyê "DÎSKO 5 NO'LU" lîstika şanoger Mîrza Metîn e ku li ser girtîgeha Amedê serdema Derbeya 1980'yî ye. Lîstik niha carek din tê pêşkêş kirin.
DÎSKO 5 NO'LU ev 8 serdem in dilîze her balê dikişîne. Teskta lîstikê ji aliyê Mîrza Metîn ve hatiye nivîsîn. Metîn di dema nivîsandina lîstikê de ji bîranîn, lêkolîn, belgefîlm û xebatên din ên li ser Girtîgeha Amedê hatine kirin sûde girtiye û metra xwe saz kiriye. Lîstika ku Mîrza Metîn lîstikvaniya wê jî kiriye Berfîn Zenderlîoglu wekî derhêner lîstik bi rê ve biriye. Lîstik bi rejî, lîstikvanî, dekor û ronahiya xwe bandor li ser temaşevanan hiştiye. Lîstika ku ev 8 serdem in her tê lîstin di vê serdema nû ya şanoyê de carek din tê lîstin. Ji bo yên heta niha temaşe nekirin lîstik 17'ê mehê saet 20.30 de li Şanogeha TOY Îstanbul (Maçka Gmall Harbiye, Kadirgalar Cad. no 3, Stenbol) tê lîstin.
Li Îzmîrê ye jî
Her wiha lîstik 19'ê mehê jî li Toy Îzmîrê derdikeve pêşberî temaşevanan.
Kunye:
Sazkar: Şermola Performans
Nivîskar: Mîrza Metîn
Derhêner: Berfîn Zenderlîoğlu
Lîstikvan: Mîrza Metîn
Dîzayna Dikê: Metîn Çelik
Dîzayna Ronahiyê: Alev Topal
Muzîk: Nizamettin Ariç / Wêneyên Xewnan
Vîdeo: Pia Ronicke & Zeynel Abidin Kizilyaprak
Jornivîsa tirkî: Nazê Yerlikaya
Efekt: Alan Ciwan, Adar Baran Deger
Fotograf: Nazim Serhat Firat
Mawe: 60 deqe / Yek Perde
Sînora temenê: +15