Diyarname
Xaylaza Reşîd jinek êzîdî, helbestvanek ji kurdên Kafkasyayê... Niha sê pirtûkên wê yên helbestan gihîştin ber destên xwendevanan.
Xaylaza Reşîd helbestvaneke kurd e. Wê heta niha gelek helbest nivîsandine. Niha ji wan helbestan sê pirtûk derketin û her sê pirtûk ji Weşanên Lîsê derketin.
Ew di sala 1964'an de li gundê Pampê ya Ermenistanê hatiye dinê. Xaylaza Reşîd ji bo xwendinê diçe Rewanê û dûre diçe paytexta Gurcistan Tîblîsê. Ew di nav Yekîtiya Êzdiyên Gurcistanê de karê pêşxistina çand û folklora kurdî dike. Têmûrê Xelîl li ser Xaylaza Reşîd wisa dibêje: "Min 3 salan li gundê Xaylazê, li Pampa Kurdan (niha nave gund Sîpan e) dersên matematîkê daye wê. Ew yek ji şagirta min a herî zane û hezkirî bû, lê wê demê min nizanîbû ku ewê di helbestsêwirandinê de jî ew qasî zana be, belkî wê bi xwe jî nizanibû. Xuyaye ev zanebûn ji bavê wê Reşîdê Mîrze derbasî wê bûye, ku ew jî di eynî dibistana gund de mamoste bû."
Xaylaza Reşîd di sala 2000'an de di rojnameya Kaniya Sipî de dest bi kar dike, li ser wêje û ziman gotaran dinivîse û hin piyesên wê jî diweşin. Xaylana Reşîd niha bi sê pirtûkên xwe yên helbestan li pêşberî xwendevanên kurd ên Bakur e. Bi navê "Kaniya Dilê Min", "Xeliya Spî" û "Hêlîna Xeyalan" pirtûkên wê ji Weşanên Lîsê derketin.
Helbestên di pirtûkan de cur bi cur in, yên çarîn hene, serbest hene. Vaye helbestek ji pirtûka Kaniya Dilê Min:
Gul Bengî ne
Gul bengî ne,
Hezar rengî ne,
Kok strî ne,
Hey gulno!.
Dil bengî ne,
Hezar diqî ne,
Hezretî ne,
Hey dilno!..
- Kaniya Dilê Min / Xaylaza Reşîd / Helbest / Weşanên Lîs / 173 rûpel
- Xeliya Spî / Xaylaza Reşîd / Helbest / Weşanên Lîs / 347 rûpel
- Hêlîna Xeyalan / Xaylaza Reşîd / Helbest / Weşanên Lîs / 294 rûpel


