Diyarname
Hafizê Şîrazî di sedsala 14'an de li Îranê jiya ye. Ew di nav helbestvanên herî muhîm ê faris de ye, Li Şîrazê hatiye dinê loma navê Hafizê Şîrazî bikar aniye. Dîwana wî li îran û li Rojhilata Navîn navdar e, li gelek zimaman hatiye wergerandin.
Di helbestan Şîrazî de hezkirin, rewşa mirovan cihek muhîm digire. Dîwana wî wekî nameyeke evînî li nav gel jî belav bûye û jê hatiye hezkirin. EW wekî avakarê zimanê 'xezel'an jî tê hezibandin ku helbestên xwe bi wê qeydeyê nivîsandine. Di dîwana li ber dest de 529 xezel cih girtine.
Niha ev Dîwana Hafizê Şîrazî bi kurdî li ber destên xwendevanên kurdî ye. Dîwana ji aliyê Muhammed Înal ve ji farisî ji bo kurmancî hatiye wergerandin û dîwan ji Weşanên J&J'yê derketiye.
Ji Dîwanê vaye çarînek ji helbesta "Lêvên Şêrîn":
Ehda me bi hêvên dev-şêrîn ve girê da Xweda
Em her tim bende û ew her tim Xwedawend in
Em muflisên wê daxwaza mey û çeng dikin
Ah eger xirqeya hirî rehin nestînin.
- Dîwana Hafiz / Şêx Hafizê Şîrazî / Wergera ji farisî: Muhammed Înal / Weşanên J&J / 2018 / 529 rûpel


