logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Yekem çalakiya "Wêje Dîroka Xwe Dinivîse" li dar ket

Yekemîn çalakiya "Wêje Dîroka Xwe Dinivîse" bi beşdariya 6 nivîskarên kurd li NÇM'ê dest pê kir.

  • Dîrok: 10/05/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Yekemîn çalakiya "Wêje Dîroka Xwe Dinivîse" bi beşdariya 6 nivîskarên kurd li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dest pê kir.

Komeleya Nivîskarên Kurd di bin sernavê "Wêje Dîroka Xwe Dinivîse" de rêzeçalakî da dest pê kirin. Ev rêzeçalakî wê li 15 bajaran li dar bikevin. Yekem çalakî li NÇM'a Stenbolê li dar ket. Roja 10-11-12'yê mehê jî li Stenbolê li Zanîngehan wê çalakiyên din li dar bikevin.

Helbestvan û nivîskarên kurd Berken Bereh, Arjen Arî, Dilawer Zeraq, Lal Laleş, Şêxmûs Sefer û Lorîn S. Dogan beşdarî çalakiya li NÇM'ê bûn.

Helbestvan Lal Laleş piştî xêrhatinê mafê gotinê da nivîskaran. Helbestvan Arjen Arî qala projeya ku li ser navê komeleyê li dar dixin kir. Arî got ku ewê li 15 bajaran van çalakiyan li dar bixin û diyar kir ku li Serhedê, li cihê ku ev ziman hatiye jibîrkirin jî, ewê vê projeyê bi xwendekar û akademîsyenan bidin nasîn. Arjen Arî bibîr xist ku pêyî fêdeyeke şexsî ji bo ziman û wêjeyê dixwazin vê projeyê li dar bixin.

Nîqaşa wêjeya modern

Nivîskar Dilawer Zeraq di axaftina xwe de li ser wêjeyeke modern a zimanê kurdî axivî. Zeraq pirsa 'zimanek hê qedexe be dikare bibe modern?' kir û got: "Ez di vî warî de bi guman im. Zimanek qedexe encax dikare teqlê bide xwe. Ez dikarim bibêjim çîrokên li gor hemçaxên dinyayê têne nivîsandin. Hewldanek wisa heye. Mixabin hê ziman asêkirî ye. Zimanek asêkirî çawa dikare bibe modern."

Her wiha Dilawer Zeraq got ku peyvên em bikar tînin gelek kes dibêjin ez fêm nakim. Emê li ser van peyvan nûjenî ava bikin yan li peyvên din bigerin? Bi ya min pirs ev e.

Di çalakiya ku Arjen Arî, Berken Bereh û Şêxmûs Sefer helbestên xwe ji bo temaşevanan xwendin de mijar hat ser kojara Tîrêj ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem kovara bi kurdî bû ku kurdan derdixist. Berken Bereh û Arjen Arî ku nivîskarên wê kovarê bûn, ew û hempîşeyên xwe wekî Nifşê Kovara Tîrêjê têne bi nav kirin. Dema mijar hat ser vê meseleyê helbestvan Berken Bereh wisa got: "Tîrêjê xwest nifşek biafirîne lê xêrnexwazan nexwest. Kovarê hejmara xwe ya yekem di sala 1979'an de li Îzmîrê derxist. Yekî ji wan ji min re got madem tu helbestên kurdî lê dikî, bide me belkî em biweşînin. Hew min dît kovar derket. Kesên di kovarê de dinivîsand hev nas nedikirin. Dema min navê Arjen dît min fêm kir ku kurdan dest bi xebata çandî kiriye. Ji ber ku navên di kovarê de navên wan bi kurdî bû."

Nifşê kovara Tîrêjê

Helbestvan Arjen Arî jî got ku ji ber jiyana wê ya kêm em nikarin bibêjin nifşê Tîrêj lê ji ber ku ji wan hê kes hene ku nivîsandina xwe didomînin em dikarin bibêjin nifşê Tîrêjê. Arî wisa got: "Ji nivîskarên kovarê Mem Ronya li Almanyayê ye, Rojen Barnas hê dinivÎse, Malmîsanij hê dinivîse, ez û Berken em nivîsa xwe didomînin. Ji vî alî ve em dikarin bibêjin Nifşê Tîrêjê çêbû."

Helbestvan Arî got ku bibîr xist ku Tîrêj jî wekî kovara Rewşenê kovareke rêxistinekê bû, bi diravên wan dihat weşandin, lê berevajî Rewşenê rêxistina wê jî, ew jî têk çû. Arjen Arî diyar kir ku keda Dr. Ahmet Beyik gelek di derxistina kovarê de hebû, ku wî wêjeya dinyayê jî baş dişopand.

Di axaftinan de hate gotin ku kovar 5 hezar heb dihat çapkirin û ew dihat belavkirin.

Çalakiya ku eleqeyeke baş lê hebû de, Serokê Komeleya Nivîskaran Îrfan Babaoglu, nivîskarên kurd Kawa Nemir, Ali Fikri İşik, Cemil Oguz, Mehmed Dicle, Salihê Kevirbirî û gelek kesên din amade bûn.

Çalakiyên Komeleya Nivîskaran ên li Stenbolê li zanîngehan wê sê rojan bidomin.

Bernemaya îro:

10 GULAN 2010/ Duşem
Zanîngeha Bogazîçiyê Beşa Wêje û Zimanê Tirkî
Ramazan Alan
“Li ser Romana Bi Kurdî"
Cî: Avahiya Natuk Bîrkan, Eywana Îbrahîm Bodur
Zanîngeha Bogazîçiyê
Saet: 15.00

***

Nûçeyên eleqedar:

- Nivîskarên kurd îro li NÇM'ê ne

- Çalakiyên "Wêje Dîroka Xwe Dinivîse" li Stenbolê dest pê dikin

- Nivîskarên kurd ji bo çalakiyên wêjeyî li Stenbolê civiyan

 

Foto: Cemil oguz

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Demîrtaş: Emê bi AKP'ê re koalîsyonê çênekin

ad

Karîkaturek ji Demîrtaş: Kuro telgirafên xelkê nexwînin eyb e!

ad

Volkswagenê jî biryara xwe guhart

ad

Piştî 700 salan Dante ji nû ve tê darizandin

ad

Dixwazin 5 sal ceza bidin Zana

ad

Hevdîtina Zimanê Zikmakî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname