logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

‘Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim’ derket

Pirtûka Séchu Sende “Made in Galiza“ bi kurdî bi navê “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” derket.

  • Dîrok: 18/05/2010
  • Beş: Berhem

 

Diyarname
Pirtûka nivîskarê galisyanî Séchu Sende “Made in Galiza“ bi kurdî bi navê “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” ji Weşanên Avestayê derket.

Pirtûka ku di “roja edebiyata galisyanî” de ku du rojan piştî “cejna zimanê kurdî” ye derket, ji bo balê bikişîne ser rewşa zimanê kurdî û zimanên di bin tehdîda tunekirin û asîmîlasyonê de ji aliyê 35 şexsiyetê kurd ve hatiye wergerandin. Sê çapên kitêbê bi hev re, tev de 3 hezar çap bûne ku ev ji bo kitêbên kurdî merhaleyeke nû ye. Pirtûk bi 4 TL’yan tê firotin.

Wergêrên pirtûkê

Kesên wekî Fahriye Adsay, Mehmet Aktaş, Remezan Alan, Arjen Arî, Hêja Bagdu, Rûken Bagdu Keskin, Ferhad Birûsk, Fewzî Bîlge, Selahattin Bulut, Şukran Çaçan, Silêman Demir, Şerif Derince, Mehmet Dicle, Mûrad Dildar, Receb Dildar, Îsmail Dîndar, Lorîn S. Dogan, Husên Duzen, Zana Farqînî, Îrfan Guler, Gulîzer, Dîlber Hêma, Sacha Ilitch, M. Alî K., Yakup Karademir, Metin Kaygalak, Abdullah Keskin, Songul Keskin Duraker, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Ergîn Opengîn, Osman Ozçelik, Şivan Perwer, Fatma Savci û Salih Yillik nivîsên di pirtûkê de wergerandine.

Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin li ser pirtûkê dibêje, “Helwest û pêwendiya xwendevanê kurdî a bi vê kitêbê re, wê ji bo me bibe wek anketekê. Bi qasî ku em têgihîştine, me hemû daxwaz û pîvanên xwendevanê kurdî li ber çav girtine. Daxwaz û eleqeya xwendevan û kitêbxaneyan cesaret da me, ji ber wê me jimarek zêde, nexasim ji bo wergerê pir zêde, çap kir. Em gazî xwendevanan dikin, werin hûn jî gotinên xwe li ser yên me zêde bikin, em vê mala ji peyvan bi hev re ava bikin. Em ji ‘Warekî lal’ welatekî ji peyvan ava bikin!”

Ji pêşgotina weşanxanê

Di serî de em bibêjin ku yek ji armancên wergera vê kitêbê ne ew e ku di Kitêba Rekoran a Guinnes de cih bigire. Lê eger lêkolînek bê kirin, bi rehetî wê bê dîtin ku mînakek bi vî rengî tune ye. Serpêhatiyek xweser e û îlhama wê rewş û potansiyela kulturî a kurdî ye. …

…

Aliyekî girîng ê rewşa zimanê kurdî psîkolojîk e. Û wekî ku em di kitêbê de dibînin ev ne mexsûsî kurdan e. Xwepiçûkirin, yek ji xasetên miletên bindest e. Ji bo girîngîpêdana zimanê kurdî, baweriya me ew e ku ev kitêb, wê roleke baş bilîze, belê eger bê xwendin. Ji bo ku bê xwendin me hin rêbazên ku mirov dikare bêje nû ne, pêk anîn. Di werger, tîraj, buha û danasînê de me xwest em konseptek taybet çêbikin. Em hêvîdar in bikêr be!

Maleke ji peyvan, nivîsa bergê

Kesê ku dikare vêga van rêzan bixwîne, ev kitêb ji bo te hatiye nivîsandin, muhatabê van peyvan tu yî. Kitêbeke ku bi serê zimên li formulên azadiyê digere û qehremanên wê jî peyv in. Kitêbek ku ji çîrokên orijînal ên li ser kes, xelk û warên ku em xeyal dikin, pêk tê. Ev peyvên ji ciyekî gelekî dûr zêde nêzîk ên me ne jî.
Werin em ji xwe re maleke ji peyvan ava bikin.
Werin em bi hev re dengê xwe bikin yek û zimanê xwe derxin, ji qedexeya sedsalan re, bêjin: Aaaaaaaaaaa!
Ji nivîsa “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim“

Car caran zimanê xwe derdixim dibêm aaaaaaaaa û Merheba, tu li vir î? Dipirsim. Merheba. Oxx. Ez fam nakim, zimanek çawa winda dibe. Bi rastî jî fam nakim. Kesek çawa dikare zimanê xwe winda bike? … Çi dibe çi nabe di xewnên xwe de jî ez ê dev ji axaftina bi zimanê xwe bernedim. Walle wisa ye. Ez ê di xewnên xwe de jî zimanê xwe winda nekim.

 

Ji “Pêşgotin bo çapa kurdî” a nivîskar

…

Mîmarê fransî Le Corbusier wiha dibêje: "Şertê hebûnê yê pêşîn dagirkirina cih e." Ji ber ku peyvên me jiyanê didin me divê em wan bidin ber bayê ji bo ku hemû dinya bi wan bihise. Ji bo ku peyvên me bikevin hemû ciyên taybet û fermî, jiyana me ya kolektîf û rojane û heta ku xewnên me jî îşgal bikin. Ji bo ku peyvên me ekranên komputeran, nivîsên dîwaran û yên li ser tîşortên me, ew wêneyên dilan ku sembolên evînê ne, îlanên destan, kitêbên dersên zarokên me an jî ew metnên qanûnê ku divê bi zimanê gelê xwe hatibin nivîsandin, îşgal bikin.

Ev kitêb dixwaze bibe kitêbeke kêfxweş. Yeke ku kenê meriv bîne. Carna hebûna mîzahê dibe hewlek li hember dînbûnê. Mîzah meriv ji êşê û trajediyê azad dike û bi saya wê meriv dikare pirsgirêkên xwe bi xweşbînî hilgire. …

Galîza di navbera îtaet û bêîtaetiyê de diçe û tê. Yek ji wan mîzahkar, nivîskar û sîyasetmedarên herî mezin yê sedsala XXan Castaleo wiha dibêje: “Bi ser me de mîz dikin û ji me wê ye ku baran dibare.” Lê weke ku her tişt diguhere, yek ji wan entelektuelên sedsala XXIê O Leo jî ev hevok wisa guherandiye: “Bi ser me de mîz dikin û em jî dirîn ser wan.”

…

Lê Made in Galiza bi temamî, ev cara pêşî ye ku wê bi zimanekî ji heman famîlyayê bê çapkirin, bi zimanekî ku ji aliyê dîrokê ve hatiye bindestkirin, zimanekî ku ji azadiyê bêpar maye. Bi vê em dizanin ku em ne bitenê ne, em dizanin ku di gerdûnê de bi milyonan kes bi heman şiklî li dijî tiştên wisa derdikevin: Têkoşîna xwedî derketina li zimanê gelê xwe. Em xwedî biratiya peyvên di bin zordestiyê de ne, peyvên tade dîtine. Em xwedî biratiya zimanên bindest mane.

…

Di navbera me de 5000 kîlometre heye, lê dûrahiya di navbera Kurdistan û Galîza de wisa xuya ye ku biqasî gavekê ye. Di nexşeyê de di navbera me de gelek welat hene lê mîna ku em du gelên cîranê hevdû ne. Loma jî ez dibêjim: Galîza û Kurdistan birayên hevdû ne.

…

Şanaz im ku ezê li malên we bibim mêvan, û wek peyvên xwe ezê jî bibim parçeyek ji gelê we, ji neteweya we; şanaz im ku ezê bibim bajariyekî ji bajarên we, gundiyekî ji gundên we. Di xebata avakirina vê mala ku ji peyvan tê avakirin de ez spasdar im ku we min jî têkilî karê xwe kir.

Ji bo ku keç û lawên me ji ber me wan fêrî zimanê wan ê zikmakî kiriye spasdarê me bin.
Ji bo ku keç û lawên me ji ber me wan fêrî gudarîkirinê kiriye spasdarê me bin.
Ji bo ku keç û lawên me bi zimanê xwe xewnan bibînin!
Û wek ku hûn dizanin, "A vida ê melhor em galego”, "Jiyan bi kurdî xweş e."

Roja edebiyata galisyanî

Roja edebiyata galisyanî, ji aliyê Dezgeha Ziman a Galisyan (Real Academia Galega) ve bo bîranîna kesên ku bi ked û berhemên xwe di pêşxistina ziman û edebiyata galisyanî de rolek lîstine, ji sala 1963yan ve tê durustkirin. Festîval her sal diyariyî kesekî dikin û ev kes ji aliyê Dezgeha Ziman a Galisyan ve tê hilbijartin. Ji bo kesek bê hilbijartin divê di ser mirina wî re herî kêm 10 sal derbas bûbin. Bûyera ku îlhama xwe daye vê rojê, 17ê Gulanê, 1863, roja çapa yekem a kitêba sembolê ronesansa galisyan Rosalia de Castro, a bi navê Cantares Gallegos e. 17ê Gulanê li Herêma Galisyan a Otonom tatîla resmî ye. Festîvala îsal ji bo bîranîna nivîskar û şaîr Uxio Novoneyra ye.

Nivîskarê kitêbê Séchu Sende

(1972, Galisya) Bi şi’rê dest bi nivîsandinê kir. Pişt re dest bi çîrokan kir û bû yek ji nivîskarê herî girîng ê çîrokê li Galisya. Fîlolojiya Galisyanî-Portekîzî xwendiye. Di 2003yan de bi romana Orixe, xelata Amor Blanco wergirt. Bi Made in Galiza (2007) eynî salê xelata Anxel Casal ku Yekîtiya Weşangerên Galisyan dide, stand û bû kitêba salê.

Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim / Séchu Sende / 144 rûpel

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şaredarê CHP'yî derbasî BDP'ê dibe

ad

Vê hefteyê 6 fîlmên nû hene

ad

Tîmên şaredariyên kurd hatin hemberî hev

ad

Ji Hesarê heta bi Swêdê Cegerxwîn

ad

Azadiya Welat azadiya Kurşun xwest

ad

“Rojbaş Diyarbekir” min bêriya te kiriye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname