Diyarname
Di 33'eyîn Komcivîna Awarte ya CHP’yê de mebûsê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dengên 1189 delegeyan girt û bû serokê CHP'ê.
33'eyîn Komcivîna Awarte ya CHP’yê îro li Salona Sporê ya Ataturk a li Enqereyê bi beşdariyeke mezin li dar ket. Mebûsê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu bi îmzeya 1200 delegeyî wekî berendamê serokatiyê hatibû nîşandayîn. Di encama dengdayînê de Kiliçdaroglu bû Serokê CHP'ê.
Serokê berê yê CHP'ê Deniz Baykal di encama îdîaya kaseta seksê ku derketibû holê de îstîfa kiribû.


