Diyarname
Berpirsê Karên Nivîsaran ê Azadiya Welat ê berê Vedat Kurşun ku bi 166 sal cezaya girtiyê hatiye cezakirin niha ji bo wî û rojnamegerên girtî yên din kampanyaya berhevkirina îmzeyan hatiye li dar xistin.
Di kampanyayê de wisa hatiye gotin:
"Vedat Kurşun ji ber peywira xwe ya agahdarkirinê û agahî standinê ku li gorî Zagona Bingehîn, zagon û zagonên çapemeniyê dikir 166 sal û 6 meh ceza lê hate birîn.
Di sedsala 21'emîn de ji ber ku ramanên xwe bi raya giştî re parve kiriye 166 sal û 6 meh cezaya girtînê lê hatiye birîn û niha di girtîgehê de ye.
Heke hûn jî difikirin ku divê çapemenî neyê sansurkirin û nebe çapemeniya desthilatdariyê û dive zincîr li fikir û ramanan neyê xistin re dibêjin ERÊ,
Dîsa ji bikaranîna kurdî re heke dibêjen ERÊ,
Ji girtina rojnameyan û avêtina girtîgehan a rojnamegeran re dibêjin NA,
Ji bo rojnamegerên nû ku ji ber ramanên xwe bi awayekî azad di rojnameyan de ragihandinê neyên girtin û cezakirin,
Ji bo Vedat Kurşun bigihîje azadiya xwe heke hûn dibêjin ERÊ, wê demê hûn jî bi ÎMÇEYA XWE piştgiriya kampanyayê bikin!"
Kesên ku bixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê dikarin li navenda Azadiya Welat, li şaxên ÎHD'ê û li rêxistinên bajar û navçeyên BDP'ê îmzeyeke bavêjin bin metnê.


