Diyarname
11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ji ber nivîsa rojnameger Îrfan Aktan a bi navê "Bolgede ve Kandil'de Hava durumu/Mucadele Olmazsa Çozum Olmaz" (Li Herêmê û li Qendîlê Rewşa Hewayê/Têkoşîn Nebe Çareserî Nabe" ku di kovara Ekspressê de hatibû weşandin ceza da Aktan û berpirsa karên Nivîsaran.
Di danişîna 4'ê vê mehê de, dadgehê ji ber nivîsê salek û 3 meh cezaya hepsê da Aktan û berpirsa karê nivîsara Merve Erol jî bi 16 hezar TL'yî da cezakirin.
Parêzerên Aktan û Erol ji bo betalkirina dozê wê serî li Dadgeha Bilind bidin.
**
Nûçeyên eleqedar: