logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji nû ve çapxaneya Pîremêrd

Çapxaneya helbestvan Pîremêrd ku a 82 salî û ev 56 sal in ku kar pê nehatiye kirin, wê jinûve were çêkirin. Hinek berhem

  • Dîrok: 01/06/2019
  • Beş: Nûçeyên Çandî

FIRÎŞTE MEHMÛD / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Çapxaneya helbestvan Pîremêrd ku a 82 salî û ev 56 sal in ku kar pê nehatiye kirin, wê ji nû ve were çêkirin. Hinek berhemên Pîremêrd jî wê bi awayê berê pê werin çapkirin.

Pîremêrd yek ji helbestvanên navdar ê kurd e. Navê wî yî medenî, Tofîq kurê Mehmûd Axa kurê Hemze Axayê Mesref e. Di sala 1867’an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Piştî xwendinê dest bi karê rojnamegeriyê kiriye, di sedsala bihurî de xizmeteke mezin ji wêje, şano û rojnamegeriya kurdî re kiriye bi taybetî jî bi amêra ku ji beriya 82 salan anî bajarê Silêmanî.

Pîremêrd di gelek rojname û kovaran de kar kiriye. Yek ji wan rojnameyên ku herî zêde tê de kar kiriye jî rojnameya Jiyan e. Piştî koçkirina Hisên Nazim Beg wekî sêyem rêveberê rojnameyê li Silêmanî dest bi kar dike. Sernivîseriya rojnameyê kiriye, rojname destpêkê ji aliyê Şaredariya Silêmanî ve dihate çapkirin, lê ji ber sedema ku şaredarî zêde giringî pê nedida, Pîremêrd hemû karên rojnameyê girt ser xwe û çapxane jî ji Şaredariya Silêmanî bi kirê girt. Piştî vê di 14’ê tebaxa 1934'an bû sernivîser û xwediyê rojnameya Jiyan. Lê di 30'yê tebaxa sala 1937’an de dema bi kirê girtina çapxaneya Şaredariya Silêmaniyê temam bû û şaredariyê jî mohleta bikirêdanê jê re nû nekir. Ji ber wê Pîremêrd neçar ma here Bexdayê çapxaneyekê bikire. Di 30'ê rezbera (îlona) 1937’an de Pîremêrd jimara 39’an ya rojnameya Jiyan bi çapxaneya xwe çap kir.

Heta bi hejmara 1714'an

Piştî wefata Pîremêrd di sala 1950’î de, her yek ji Cemîl Saîb, Nûrî Emîn Beg û Goran Ehmed Ziring di çapxaneyê de kar kirin heta sala 1963’yan. Jimara herî dawî ya rojnameya Jiyan, jimara 1714’an bû, ku bi wê çapxaneyê hat çapkirin.

Di sala 1980’yî de bi armanca parastina çapxaneyê wekî beşek ji kelepora kurdî, çapxane li Muzexaneya Entografî ya Bajarê Silêmanî ku girêdayî Zanîngeha Silêmaniyê ye, hate danîn. Niha jî çapxane hatiye veguhestin ji bo Navenda Jîn ya li Silêmaniyê û erkê parastina çapxaneyê navenda Jîn girtiye ser xwe.

Ji ber hezkirina Rojnameya Jiyanê

Piştî 82 salan çapxaneya Pîremêrd, li navenda Jîn bi alîkariya rêkxirawa Keşkulî ya ser bi Zanîngeha Amerîkî ku kar di warê parastina keleporê de dikin, hewl tê dayîn ku amûra çapê ji nû ve were çêkirin. Rêveberê Giştî yê Navenda Jînê, Sedîq Salih derbarê çêkirina çapxaneya Pîremêrd de got; “Li gelek welatan ji bo parastina kelepor û berhemên wêjeyî, çapxaneyên kevnare têne çêkirin û ji nû ve têne bikaranîn. Ji bo wê jî ji ber heskirina me ya ji Rojnameya Jiyan re me daxwaz ji Wezîrê Rewşenbîrî kir ku çapxaneya Pîremêrd radestî me bikin. Ji bo wê em ê bi alîkariya rêkxirawa Keşkul amûra çapê ji nû ve çêkin.”

Sedîq Salih wekî din eşkere kir ku armanca wan ew e ku beşeke kêm jî be ew dixwazin hinek ji helbest û berhemên Pîremêrd bi şêwaz û tîpên kevin bi vê çapxaneyê çap bikin.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Sedîq Salih eşkere kir ku wan niha dest bi çêkirina çapxaneyê kirine, wî her wiha diyar kir ku hinek ji parçe û tîpên çapxaneyê winda bûne ew niha hewl didin van parçeyên windabûyî ji nû ve çêkin.

Têkildarî dema temamkirina çapxaneyê û karpêkirinê de jî Sedîq Salih got; “Çêkirina çapxanê karekî zehmet e, ji ber wê em nizanîn wê kengê temam bibe û em ê kengê dest bi çapê bikin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Yeni Sahneyê meha reşemî

ad

Komeleya Nivîskarên Kurd çima nekarî here Rojava?

ad

Kokên Sîlvanî, Yaşar Kemal, Bûka Kurdan û Bilûrvan

ad

Li Fûara Amedê dest danîn ser pirtûkek din jî

ad

Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan Svetlana Aleksiyeviç

ad

Bayer semedê dermanê zerîetî go 10 mîlyar dolarî tazmînat bido

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname