Cemil Oguz
Li Tirkiyeyê Documentarist çalakiya herî girîng a nîşandayîna belgefîlman e. Ev bû 12 sal bê navber ji dinyayê belgefîlmên girîng, ên derketine pêş tîne û pêşkêşî belgefîlmhezên li Stenbolê dike. Her wiha ji Tirkiyeyê jî belgefîlmên girîng di beşa Panoramaya Tirkiyeyê de pêşkêş dike. Documentarist di vê çarçoveyê de derhênerên belgefîlman ên muhîm ji dinyayê tîne û bi van xebatên sînemayê, yê belgefîlman, yê anîmasyonan li dar dixe ku di vî warî de kedek baş ji bo belgefîlmkana dide. Documentarist niha ji bo 12'yemîn car deriyê xwe veke amade ye.
Welatê Mêvan: Sûdan
12'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist îsal di navbera 15-20'ê mehê de lidar dikeve. Gelek belgefîlmên ji Tirkiyeyê û ji dinyayê ku li cihên din nîn in dê derkevin pêşberî belgefîlmhezan. Îbal welatê mêvan Sudan e û mêvanê rûmetê jî belgefîlmkarê îngilîz derhêner Sean McAllister e. Di vê çarçoveyê de guldesteyek ji belgefîlmên Sûdanê û her wiha belgefîlmên derhêner McAllister dê bêne nîşandayîn.
Di çarçoveya belgefîlmên Sûdanê de belgefîlmê ji Sûdanê “Talking About Trees" (Axaftina Der Barê Daran de) ku li Berlinaleyê gelek hat ecibandin û her wiha belgefîlmên Koma Fîlman a Sûdanê ku di salên 1970 û 80'yan de kişandine dê bêne nîşandayîn. Ev belgefîlm bi kopyaya ku hatine restorekirin dê derkevin pêşberî temaşevanan.
30 belgefîlmên ji Tirkiyeyê
Ji Tirkiyeyê ji 30'î zêdetir belgefîlmên ji Tirkiyeyê di beşa Panorama de têne nîşandayîn. Her sal Xelata Jîrekiya Nû ya Johan van der Keuken ji nav van belgefîlman didin fîlmekî. Îsal di nav endamên juriya vê beşê de Pinar Selek, Emine Yildirim, Huseyîn Karabey, Liliana Dulce Marinho de Sousa û Taylan Mintaş hene.
Federasyona Rexnegirên Navneteweyî "FIPRESCI" jî xelatek dide ku îsal di nav endamên vê beşê de ji Polonyayê Anita Piotrowska, ji Swêdê Aleksandra Enberg û ji Tirkiyeyê Seray Genç hene.
Belgefîlmên derhênerên kurd
Di nav bernameyê de gelek belgefîlmên derhênerên kurd û belgefîlmên li ser kurdan jî hene ku di beşa Panoramaya Tirkiyeyê de têne nîşandayîn. "Aether" ê Rûken Tekeş, "Şînek ji bo Heskîfê" ê Firat Erez, "Miraz" ê Aylin Kizil, Lezgin Kanî, Serdar Bayram, "Dayika Meryem" ê Hasan Ete, "Bîr" ê Veysi Altay, "Şeva Xîzê" ê Ali Ergul, "Her mal dibistanek" ê Ardîn Dîren, "Diyalog" ê Selim Yildiz di vê çarçoveyê de dê bêne nîşandayîn.
Çalakiyên din
Ji bilî nîşandayîna belgefîlman hin çalakî jî têne lidarxistin. Documentaristê beşek li ser zarokan û ciwanan amade kiriye. Bi navê "Çocuklar Buyurken" (Dema zarok mezin dibin) û di vê beşê de belgefîlmên li ser çîroka mezinbûna zarokan têne nîşandayîn. Her wiha atolyeyek bi navê "Ligel Zarokan Atolyeya Stop Motion" li dar dixe ku di vê atolyeyê de dê zarok hînê xebata stop motionê bibin. Mamosteya vê atolyeyê Doga Kilcioglu ye. Her wiha atolyeyek jî bi navê "AnimaDoc" sê rojan li dar dikeve. Di vê atolyeyê de beşdar dê hînê anîmasyonê bibin.
Di çarçoveya forûman de jî "Zarok Qala Qeyrana Kişwerê Dikin" û "Forûma Têkoşîna li Dijî Sansurê" li dar dikevin. Di forûma li ser sansurê de belgefîlmkar dê bixivin û her wiha Ilana Navaro jî dê li ser Di Belgefîlman de Bikaranîna Arşîvê pêşkêşiyek bike. Navaro li ser Josephine Baker belgefîlmekî kişandibû, bi ser vê re dê mijarê bigire dest.
Cihên nîşandayînê û çalakiyan
Îsal belgefîlm li Beyogluyê li salonên Aynali Geçit, Vault34/Yeşilçam Sinemasi, li Kadikoy jî li Kadikoy Sinemasi têne nîşandayîn. Çalakiyên din li Navenda Çanda Yapi Kredî ku li ser Kolana Îstîklalê ye dê bêne li dar xistin.
Ji bo agahiyên zêdetir:
www.documentarist.org
.jpg)
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Belgefîlmkarê îngilîz Sean McAllister tê
- Serîlêdanên ji bo atolyeya 'Anîma-Doc' dest pê kir
- Documentarist li benda belgefîlmên we ye
****
REKLAM:


