Dirbêsiyê
Li Dirbêsiyê fûara pirtûkan hate vekirin. Di fûarê de dor 2 hezar pirtûkên bi kurdî û erebî hatin pêşkêş kirin.
Li Dirbêsiya girêdayî Kantona Hesekê bi beşdariya malbatên şehîdan, nivîskar û rewşenbîran fûara pirtûkan hat vekirin. Fûar li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbesiyê hat vekirin û heta 3 rojan dê vekirî bimîne.


