Ev nûçe tê nûkirin...
20.00: Dinyayê ji bo kuştina Bexdadî çi got?
Kuştina serekê DAŞI'ê Ebû Bekir El-Bexdadî li dinyayê deng veda. Vane daxuyaniyên hin welatan:
- Fransa: Derbeyek mezin e ji bo DAIŞ'ê
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron axivî û got: "Kuştina Bexdarî derbeyek mezin e ji bo DAIŞ'ê. Ji bo bi temamî em terorê têk bibin ligel şirîkên me koalîsyona navneteweyî têkoşîna me didome. Li Rojhilata Navîn xebata me ya sereke ev e.
- Rusya: Em bi şik li nûçeyên kuştina Bexdadî dinêrin.
Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rusyayê Igor Konaşenkov got ku ew hê nexwedî agahiyeke bi ewle ne û ew bi şik li meseleyê dinêrin.
- Îran: We çêkir, we kuşt
Wezîrê Înformasyonê yê Îranê Muhammed Javad Azarî-Jahromî ji ser twitterê re got ku ne tiştek muhîm e, wan bi xwe ew afirand, wan kesê bixwe afirandiye kuştine.
- Îngilistan: Têkoşîna dijî DAIŞ'ê xilas nebû
Serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson ji ser twitterê re got ku kuştina Bexdadî ji bo têkoşîna me gavek muhîm e lê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hê bi dawî nebûye.
- ÎsraîL: Ev gavek muhîm e
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo kuştina Bexdadî Serokdewletê DYA'yê Trump pîroz kir, diyar kir ku ev gavek muhîm e lê hê tiştên ku bêne kirin hene.
19.00: Cîgirê Bexdadî jî hat kuştin
Piştî eşkerekirina kuştina Bexdarî bi çend saetan hat ragihandin ku cîgirê wî Abu Abdul-Latif el-Jubouri li gundê Eyn El-Beyze ê li nêzîkî Cerablusê hatiye kuştin.
18.00: Hunermendên Avusturya piştgirî dan Rojava
Komek hunermendên Avusturyayê vîdyoyeke weşandin û di vîdyoyê de piştgiriya xwe ya ji bo Rojava eşkere kirin. Kurd ku dibêjin "Ji bilî çiyayan hevalên me nîn in", hunermenda di vîdyoyê de ligel piştgiriya xwe bi zimanên cuda gotin em çiyayên we ne.
17.30: Xelîl: Ev tola Şengalê ye Berdevkê HSD'ê Rêdûr Xelîl daxuyanî da çapemeniyê û got: "Mehek berê dê Bexdadî bihata kuştin lê ji ber êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Rojava ev operasyon mehek bi paş ve ket. Kuştina Bexdadî heyfa kiryarên DAIŞ'ê, bi taybetî heyfa Şengalê bû."
17.00: Trumpî sipasiya kurdan kir
Serokdewletê DYA'yê Donald Trmup jî piştî çend saetan ragihand ku wan Bexdadî kuştiye. Trump derket pêşberî kamerayan û wisa got: "Serok û avakarê DAIŞ'ê El Bexdadî mir. Berî leşkerên me bigihên, wî êlekê xwe yê întîxarê teqand û ew û sê zarokên wî mirin. Leşkerên DYA'yê mikemel bûn, tu zirar negihîşt wan. Operasyon 3 hefte berê dest pê kir lê wî her cihê xwe diguhart. Kurdan agahiyên bi fêde dan me. Ez sipasiya Rusya, Tirkiye, Iraq û Kurdan dikim ku piştgirî dan operasyonê."
15.30: 7 leşkerên Sûriyê birîndar bûn
Di êrîşa balafirên Tirkiyê ya bajaroka Zirgan a girêdayî Serêkaniyê de 7 leşerkên rejîma Sûriyê birîndar bûn
14.00: QSD: Emê hêzên xwe ji nû ve saz bikin
Qonseya Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke fermî weşand û got ku piştî guftûgoyên berfireh ligel Federasyona Rûsyayê gihîştine wê necamê ku li gor rêkeftina li Soçî tevbigerin. QSD'ê wisa got: "Hêzên Sûriya Demokratîk li seranserê Bakurê Sûriyê û Rojhilatê Sûriyê li herêmên dûrî sînorê Tirkiyê û Sûriyê xwe ji nû ve belav dike û li qadên nû bi cîh dibe da ku ev êrîşên hovane û xwîna ku dirije werin sekinandin. Hêzên parastina sînor a hikumeta navendî li van herêmên sînor tên bi cîhkirin.
Wekî Hêzên Sûriya Demokratîk, li gel teqezkirina pêbendiya xwe ya parastina gel û destkeftiyên herêmê, em bang li Federasyona Rusya dikin ku bi erkên xwe rabe û di navbera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojavayê Sûriyê û hikûmeta navendî ya Şamê de bingeha diyalogek çêker ava bike.”
11.30: Bexdadî hat kuştin
Îşev li Îdlîbê, 7 kîlometre nêzî sînorê Tirkiyeyê di encama operasyona Amerîkayê de Serekê DAŞI'ê Ebû Bekir El-Bexdadî hat kuştin. Li gor nûçeya CNN Înternationalê dema ku leşkerên Amerîkayê nêz bûne, wî xwe teqandiye û bal kişand ser ku ew piştrast dike serçeteyê DAIŞ’ê hatiye kuştin û ew li benda encamên deneayê ne.
Serfermandarê HSD'ê Mazlûm Abdî ji ser twittera xwe re qala hevkariya HSD û Amerîkayê ya di vê operasyonê de kir.
11.00: Eniya Piştevaniya Rojava beşdarî boykotê bû
Ev çendek e li Başûr gel û derdorên sivîl dest pê kirine ku malên Tirkiyeyê yên li Başûr têne firotin boykot dikin. Endamên ‘Eniya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê’ jî bi dirûşma, “Wekî erkeke exlaqî û nîştîmanî, belê ji bo boykotkirina malê Tirkî’ tevlî kampanyaya nekirîna malên tirk bû.
Têkiliya aborî ya Tirkiye û navenda IRaqê û Herêma Kurdistanê salane bi ser 10 mîlyar dolarî de ye. Piraniya vê jî li herêma Kurdistanê ye.


