Diyarname
Rojnameyeke bi kurdî bi navê 'Xwebûn' îro dest bi weşanê kir. Rojname wekî rojnameyeke heftane dê hefteyê carek derê.
Pêvajoya derxistina rojnameyên bi kurdî heta sala 1992'yan de diçe. Wê çaxê rojnameyek bi navê 'Rojname' derket lê tenê hejmarek derket. Paşê Welat derket û kevneşopiya Welatan dest pê kir ku piştî Welat, Welatê Me, Azadiya Welat hatin. Ji van Azadiya Welat paşê bû rojnameya rojane jî. Lê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hat girtin. Van salên dawî li Bakur û Tirkiyeyê rojnameyeke bi kurdî nîn bû, niha Xwebûn dê vê valahiyê dagire.
Xwebûnê bi hejmara xwe ya yekemîn silav li xwendevanên xwe kir. Rojnameya ku 12 rûpel e banga bi kurdî bixwînin, bidin xwendin kir.
Di nav nivîskarên rojnameyê de Samî Tan, Şener Ozmen, Felemez Ulug, Agît Yazar, Mizgîn Ronak, Yildiz Çakar, Ramazan Olçen, Ayhan Erkmen û Wisif Zozanî hene.
'Xwebûn xwenasîna çand û zimanê kurdî ye'
Li ser weşana Xwebûnê me bi yek ji endamên Lijneya Weşanê yê rojnameyê Zeynel Bulut re xeber da.
Bulut dibêje li Bakur rojnameyên bi kurdî nîn bûn, wan xwestiye vê valahiyê dagirin û van lê zêde dike: "Li dijî polîtîkaya qirkirin û tunekirina ziman û çanda kurdî, ji bo pêşîlêgirtina vê polîtîkayê em dest bi weşanê kir."
Li Bakur heta niha wekî heftane jî rojane jî rojname derketine. Di rewşa niha de çima ne rojane lê wekî heftane tercih kirine û rojname dertê jî Bulut vê dibêje, "Pêdivî bi rojnameya bi kurdî ya rojane heye. Lê di pêvajoya îro de du sedem hene, yek jê ji bo rojnameya rojane gere tu pir xurt bî, ya din gere bingeha wê hebe. Tê zanîn dema Azadiya Welat derdiket çapxaneyan xwe nedida ber ku çap bikin. Dema rojane ba dê têde siyaset jî, nûçeyên li ser pêkûtî jî heba loma hinek zehmet bû."
Endamê Lijneya Weşanê Bulut ji bo Xwebûnê dibêje xîtabî çar parçeyan dike û wiha didomîne, "Rojname wekî heftane xîtabî her reng û dengê kurdî, her kesê bibêje ez kurd im û kurdewar im dike. Xwebûn berfireh e, kurdewar e. Nêrîna ramyarî ya her kesî çi be, her nêrîna cuda jî di xwebûnê de dê xwe bibîne. Me navê wê danîn Xwebûn ku xwebûn xwe nasîn e, xwenasîna çand, ziman, dîrokê ye. Yê dixwaze xwe nas bike dikare xwe di Xwebûnê de xwe bibîne."


