Diyarname
Civîna Konseya Sosyalîst Enternasyonal li Parîsê li dar dikeve. Ji Tirkiyeyê Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş û Serokê CHP'ê Kemal Kilicdaroglu jî beşdar bûn. Ji başûr Serokê YNK'ê û Serokomarê Iraqê Celal Telebanî jî beşdar bû. Telebanî û Kiliçdaroglu hevdîtineke pêk anî û ew vexwend Iraqê.
Telebanî ji Kiliçdaroglu re wisa got: "Vexwendina ku berê min pêşniyarê Deniz Baykal kiribû ez bi heman awayî pêşniyarê te jî dikim. Li Bexdayê ez li benda te me."
Kiliçdaroglu jî got ku di navbera her du welatan de têkiliyên birane hene. Telebanî got ku divê têkiliyên di navbera YNK û CHP'ê de xurt bibin.
Demîrtaş jî li civînê ye
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî beşdarî civîna Sosyalîst Enternasyonal bû. Demirtaş ku duh çûbû serdana gora Yilmaz Guney û A
hmet Kaya îro li civînê ye. Demirtaş 17'ê mehê li Parlemena Ewropayê wê beşdarî Konferansa Kurd bibe.
Sosyalîst Enternasyonal civîna Konsey a duyemîn ya sala 2010'an li Parîsê li dar dixe (15 û 16'ê mehê). Civîna yekemîn a îsal di meha pûşperê de li New Yorka DYA'yê li dar xistibûn.
Sosyalîst Enternasyonal di vê civînê de wê li ser aboriya global, guherîna kixwerê û Konferansa Partiyan (COP 16) û çareserkirina pevçûnan bisekine.


