logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Îlham Ehmed û endamên din ên Rêveberiya Xweser çûn serdana Gora Bedirxaniyan

  • Dîrok: 13/05/2026
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Heyetek ji Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriyeya Demokratîk û PYD'ê pêk dihat li Şamê çû ser gora Celadet Alî Bedirxan û endamên din ên malbata Bedirxan.

Ji bo Roja Zimanê Kurdî heyet çû serdana goristanê. Di nav heyetê de endamê Komeleya Osman Sebrî Ebdulhadî Mihemed Remedan, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso hebûn ku wan kulîlk danîn ser gora Bedirxanan.

Heyet çû goristana Şêx Xalid a li taxa Ruknedîn a Şama Sûriyeyê. Li goristanê gora ku heyet çû ber têde gora Mîr Bedirxanê Ezîzî, Mîrê Cizîra Botan (1802-1868), Mîr Celadet Alî Bedirxan (1893-1951), Rewşen Bedirxan (1909 - 1992) hebûn. 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li ser gorê axivî û got, "Bi boneya Roja Zimanê Kurdî em hemû kesên dîroknas û zimannas ên ku keda wan di pêşxistina zimanê kurdî de hebû bi bîr tînin. Em îro dibînim ku zimanê kurdî ew qas bi çend zaravayan bi pêş ketiye, hem nivîsandin hem xwendin bi keda van kesayetan bû."

Îlham anî ziman ku: "Yê ku kevirê yekemîn ê zimanê Kurdî danî, kovar belav kir, nivîsand û weşand Celadet Elî Bedirxan bû. Celadet bi rêya nivîsandin, weşandin û derxistina kovarê zimanê kurdî bi pêş xist. Hebûna civakan, hebûna gelan bi hebûna ziman e. Di dîroka kurdan de ji bo tunekirina zimanê kurdî û dîroka wan siyasetên pişaftinê pir bi taybet hatine meşandin. Lê van kesayetan ked dan, xeterî dan ber çavên xwe, rê li ber qirkirina zimanê kurdî û çanda ew qas dûdirêj girtin. Îro em encamê dibînin ku dibistanên bi zimanê dayikê li rojavayê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê û li derveyî welat zimanê kurdî tê xwendin û bi pêş ketiye."

'HETA MAFÊ KURDÎ DESTÛRÊ DE MÎSOGER BIBI TÊKOŞÎN'
Ehmed wisa gotinên xwe temam kirin, "Em van kesan û xebatkarên fêrkirin û perwerdekirina zimanê kurdî silav dikin û dibêjim mil bi mil em têkoşîn bikin heta ku mafê zimanê kurdî di destûrê de mîsoger dibe. Em di Sûriyeyê de têkoşînek taybet ji bo zimanê kurdî didin meşandin û xeta me ya bingehîn e û em ê heta serkeftinê dewam bikin."

'EM DIXWAZIN KURDÎ JÎ LIGEL ZIMANÊ DIN BIBE FERMÎ'
Hevserokê PYD'ê Xerîb Huso jî di axaftina xwe de li ser xebata albafeya latînî ya Celadet, kovara Pawarê, girîngiya kurdî sekinî û wekî daxwaz got, "Tiştê ku em dixwazin zimanê kurdî li herêmê li kêleka zimanê erebî, li kêleka zimanê tirkî û zimanê farisî ku çawa ew fermî ne, zimanê kurdî jî bibe fermî."

 

 

 

****

Çarçoveya CEJNA ZIMANÊ KURDÎ de, hin nûçeyên eleqedar:

- Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

- ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

- KURDÎGEH'ê ji bo Cejna Ziman kon danîn; 6 rojan dê kon vekirî bin

- MED-DER eyro şî dewanê Licey û Karazî

- Li Xaçortê ji bo 15'ê Gulanê şahî

- Li Amedê hefteyek çalakî ji bo Roja Ziman

- Ji Şaredariya Amedê çalakiyên ji bo Cejna Ziman

- Saziyan qeybî 15'ê Gulanî bi kirmanckî deklerasyon wend: Kurdî hebûney ma wa

- Sazî Ziwanî qeybî Roşanê Ziwanî deklerasyon eşkera kenê

 

- 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in



******************************
 

Ger hûn bixwazin alîkarî bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:

LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

 

 

***

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mebûsa kurd li Almanyayê bû Cîgera Serokê Meclisê

ad

Wê pirtûkên bi kurdî li Edremîtê bin

ad

Rojnameger û nivîskar hatin berdan

ad

Pîroz be

ad

Lîgey UEFA de 16'ê peyînî eşkere bî

ad

Di 11 deqîqeyyan de Misir şandin mal!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname