Diyarname
Serokê BErnameya Rewşên Lezgîn a Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) Mike Ryan li ser derziya ji bo Covid-19 got ku pêşketin hene lê berî destpêka sala 2021'ê dê derzî neyê bikaranîn. Ryan got: "Berî 2021'ê ne li benda derziyê bin."
Dema derzî bê amadekirin û belavkirin jî dê pirsgirêk derên ji ber ku hin welat ji niha de amadehî dikin gelek bikirin. Li ser vê yekê Ryan ev daxuyanî da: "Di vê şewbê de derzî ne ji bo dewlemendan an feqîran, ji bo her kesî ye û ji bo bi awayekî adilane bê belavkirin emê bixebitin."


