5'emîn Festîvala Filmên Karkeran a Navnetewî ya Edenê bi nîşandayîna belgefilmê "Ya ku em dibînin rûye me bixwe ye" ku berxwedana karkerên TEKEL'ê nîşan dide, dest pê kir.
Festîval ji aliyê DÎSK, KESK Halkevlerî û rêxistinên sivîl ên civakî ve tê organîzekirin. Ji bo destpêkirina festîvalê gelek kes li Galeriye Hunerê ya sala 75'emîn a li Parqa Ataturk kom bû. Li vir heta Salona Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê bi meşaleyan meşiyan. Di meşê de pankarte "Ji 4C'yê re na-Karkerên TEKEL'ê ku berxwe didin", hilgirtin û diruşmên wekî "Bijî têkoşîna me ya kerkeran" , "Karkerên TEKEL'ê ne bi tenê ne", "Em mafdar in em dê qezenç bikin" qîriyan.
Axaftina destpêkê ya festîvalê ji aliyê Serokê Şaxa SES'ê ya Edenê Mehmet Antmen ve hate kirin. Antmen got ku di festîvalê de karker, kedkar, xwendekar û betal dê derkevin ser dikê û wiha dom kir: "Vê carê xizan diaxivin. Têkoşîna karkeran derbasî ser perdeyê dibe. Hêzên demokrasiyê û kedkariyê li bajarê me bi festîvalê tên ba hev. Ka li rojname û tv'an binêrin hûn dê karkerekê bibînin? Vaye kursiya me vaye gotina me. Em dê di vê festîvalê de biaxivin, mafê gotinê yê me ye."
Piştî axaftinê Şanoger Hayalî Tevfîk Dînç lîstîka Siya Karagoz-Hacîvat pêşkêş kir. Merasima destpêkê bi nîşandayîna belgefilmê "Ya ku em dibînin rûye me xwe ye" ku têkoşîna karkerên TEKEL'ê vedibêje, bi dawî bû.
Festîval heta 29'ê berfanbarê didome.


