logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Firat Cewerî yê ku 40 sal dane pirtûkan: Edebiyat ji bo min gopalê hêviyê ye

Vê mehê em nivîskar Firat Cewerî dikin mêvanê “Portreya Mehê”. Cewerî heta niha di 40 salan de 40 pirtûkên ku nivîsandin

  • Dîrok: 02/04/2020
  • Beş: Portreya Mehê

Diyarname

Vê mehê em nivîskar Firat Cewerî dikin mêvanê “Portreya Mehê”. Cewerî heta niha di 40 salan de 40 pirtûkên ku nivîsandine û wergerandine bi îmzeya xwe gihandine xwendevanan. Ji bo vê yekê ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê ve hat xelatkirin. Gelek kesî ew bi kovar û weşanxaneya Nûdemê nas kir; ev yek jixwe kedek mezin e ji bo ziman, wêje û nivîsa kurdî.

Qîmeta nivîsê, wêjeyê li cem wî gelek e. Wî hê di zarokatiya xwe de dest bi nivîsê kiriye. Wê serdemê Cewerî ji bo me wisa tîne ziman: “Hê di salên zarotiyê de kurmê nivîsê di hundirê min de diliviya, lê min di salên xwe ên naşîtiyê, di şanzdeh-huvdeh saliya xwe de dest bi nivîsê kir. Min hingî pir dixwend, rojekê min hew dît qelem di destê min de ye û ez dinivîsim. Gava dinivîsim, hem pê kêfxweş dibim, hem jî rehet û aram dibim. Piştî ez ketim cîhana edebiyatê ya efsûnî, ez pê hesiyam ku cîhana rastî ji ya xeyalî tengtir e, bêreng e, xav e. Loma cîhana edebiyatê ez rakişandim navenda xwe û kir ku ez bêtir di jiyana xeyalî de bilivim. Ez di cîhana xeyalî de serbest û azad im, dikarim bajarên nû, mirovên nû, jiyanên nû ava dikim. Li wê cîhanê, bi hêzeke xwedayî dibim xwediyê cîhaneke nû. Gava ji wê cîhanê bi dûr bikevim, ez ê bibêjim tep û li erdê bikevim. Wê hingî jiyan ji bo min bêmane bibe. Ya ku maneyê dide jiyana min edebiyat e, nivîs e. Edebiyat ji bo min gopalê hêviyê ye, ez xwe didim ser û dimeşim…”

Bi helbestê dest pê kir

Wekî gelek ciwanên ku wî jî bi helbestê dest pê kiriye û dewam kiriye. Li ser vê serdemê jî Cewerî van gotinan tîne ziman: “Min bi xwe bi helbestê dest pê nivîsê kir, kitêbên min yên pêşî helbest bûn. Ez dûre derbasî çîrokê bûm û gelek salan min bi çîrokê re da û stand. Ez paşê derbasî romanê bûm û di romanê de mam û mam. Hersê şaxên edebiyatê jî li ber dilê min şêrîn in û her yek ji wan roleke wan û fonksiyoneke wan heye. Lê ez niha xwe di cîhana romanê de ewletir dibînim. Ez bawer dikim ez ê di vê cîhanê de jî her bimînim.”

Ji Mêrdînê heta Swêdê

Nivîskar Firat Cewerî di sala 1959’an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di destpêka salên heftêyan de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kiriye. Li Nisêbînê bi salên xwe yên biçûk ketiye nav tevgera şoreşgeriyê û bi hin hevalên xwe re komeleyeke kulturî ava kiriye. Nivîskariya Cewerî ya bi kurdî jî her di wan salan de dest pê kiriye.

Nûdem û Nûdem Werger

Cewerî di sala 1980’an de berê xwe dide Swêdê, li wir bi cih dibe û hê jî li wir dijî. Ev der ku ji bo wî bû cihê xebat û afirandinê, pirtûka wî ya yekemîn jî heman salê li wir derket. Cewerî di adara 1992’yan de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navber derxist. Nûdem ji bo gelek kesan bû deriyek nû û di nav wêjeya kurdî de jî cihek muhîm girt. Gelek navan di nav Nûdemê de dest bi nivîsandinê kirin. Her wiha wan deman Cewerî bi navê “Nûdem Werger” kovareke xwerû werger derxist û paşê jî Weşanxaneya Nûdemê ava kir. Bi riya weşanên Nûdemê nêzîkî sed berhemên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kirin. 

Amadekiran Hawarê

Wan deman yek ji xebatên girîng ku Cewerî kir jî amadekirin û çapkirina kovara Hawarê bû. Hawara Celadet Alî Bedirxan ku bi wê kurdiya latînî dest pê kir û her wiha ji bo ziman û wêjeya kurdî xwedî cihek qedirbilind e bi xebata Firat Cewerî xwe gihand xwendevanên serdema me.

40 sal, 40 pirtûk

Ji pirtûka wî ya yekem ku sala 1980’ê derketibû bû 40 sal ku Firat Cewerî pirtûkan dinivîse, wergerê dike. Di 40 salan de 40 pirtûkên wî ku nivîsandine û wergerandine derketin. Ji bo vê yekê Wezareta Rewşenbîrî ya Başûrê Kurdistanê roja 3’yê adara 2020’an li Hewlêrê mesarimek ji bo wî li dar xist û di merasimê de ew bi xelata “Qelema Zêrîn” xelat kir.

Wergerên pirtûkên wî

Pirtûkên wî heta niha ji bo zimanên swêdî, almanî, erebî û tirkî hatine wergerandin û her wiha ji bo zaravayê soranî hatine veguhastin. Dîsa çîrokên wî di antolojiyên almanî, swêdî, erebî û tirkî de cih girtine û di radyoya Swêdê ya giştî de jî hatine xwendin. 

Nivîskar Cewerî ku wekî gelek ciwanên kurdan bi helbestê dest pê kir, paşê derbasê çîrokê bû û ev demek e tenê romanan dinivîse. Heta niha bi navê “Payîza dereng”, “Ez ê yekî bikujim”, “Lehî” û “Maria melekek bû” çar roman nivîsandine. Pirtûkên wî bala raya giştî ya kurdan kişandin û hin ji wan çend çap kirin. Yek ji wan jî “Ez ê yekî bikujim” e ku ji Weşanên Avestayê derketibû, niha weşanxaneyê çapa wî ya 4’an gihand ber destên xwendevanan.

Xelatên wî

Xebata nivîskar Firat Cewerî ligel li nav kurdan li nav qada Swêdê de jî deng veda. Akademiya Swêdê ya ku xelata Nobelê ya edebiyatê dide, di sala 2018’an de Firat Cewerî xelat kir.

Vane lîsteya pirtûkên wî yên ku wî bi xwe nivîsandine û yên ku wî wergerandine zimanê kurdî.

Pirtûkên Firat Cewerî:

1- Êrîs Dikin,  (helbest) 1980

2- Mezin Dibim, (helbest) 1981

3- Dê Sêrîn e, (helbest ji bo zarokan) 1983

4- Girtî , (çîrok) 1986

5- Kevoka Spî , (çîrok) 1992

6- Kultur, Huner û Edebiyat , (gotar û hevpeyvîn) 1996 

7- Gotinên Navdaran , (aforîzma) 1995 

8- Çîroka Malbata Evdo, (çîrokek bi kêşan) 1999

9- Li mala mîr Celadet Alî Bedir-Xan, (diyalog) 1998

10- Pêlên deryaya reş , (gername) 1997

11- Romanseke çilmisî, (çîrok) 2002

12- Antolojiya çîrokên kurdî , (3 cild) 2003

13- Payîza dereng (roman) 2005

14- Ez ê yekî bikujim (roman) 2008

15- Lehî (roman) 2011

16- Marîa melekek bû (roman) 2013

17- Nameyên şexsiyetên kurd

18 – Min da dû dilê xwe

19 – Café Nûdem, sohbetên edebî

20 – Derza dilê min, roman

Wergerên ku Firat Cewerî kirine: 

1- Dostojevsky, (Sevên Spî), 1993

2- John Steinbeck (Misk û Mirov) 1993

3- Çexov (Bexçeyê Vîşne), 1995

4- Samuel Beckett (Li benda Godot) 1995

5- Yaşar Kemal (Dara hinarê ), 1998

6- Sartre (Dîwar)

7- Astrid Lindgren (Emîl li Lönneberga) 2000

8- Astrid Lindgren (Sûmiyên Emîl yên nû) 2000

9- Astrid Lindgren (Emîl hê jî li Lönnebergayê dijî) 2000

10- Barbro Lîndgren (Çîroka apoyê hûrik) 2000

11- Henning Mankell (Hingura êvarê) 2002

12- Gunilla Bergström, (Birek bive ye Alfons Oberg) 2002,

13- Gunilla Bergström, (Alfonsê Şûm) 2002

14- Gunilla Bergström, (Alfonsê diz) 2005

15- Gunnar Ekelöf, bi heft zimanan 

16- İsveç Edebiyati (Antolojiya Edebiyata Swêdî, 40 nivîskarên swêdî)

17- Edebiyata Swêdî (Antolojiya Edebiyata Swêdî, 40 nivîskarên swêdî)

18- Gunnar Ekelöf (Mîrê Emgionê) avesta, 2017, Stenbol

19- Hjalmar Söderberg (Doktor Glas) avesta, 2017, Stenbol

20- Edith Södergran (Welatê tune) avesta, 2018, Stenbol

21- Pär Lagerkvist (Barabbas) avesta, 2018, Stenbol

22- Helbestên bijarte, tomas tranströmer

23- Gunilla Bergström, (Alfonsê û mîla)

Kitêbên Firat Cewerî yên ku wergeriyane tirkî

1- Geç Bîr Sonbahardi, Roman, Everst yayinlari, 2014 İstanbul

2- Bîrînî Oldurecegîm, Roman, Everest yayinlari, 2014 İstanbul

3- Lehî, Roman, Everest yayinlari, 2014 İstanbul

4- Maria Bir Melekti, Roman, Everest yayinlari, 2014 İstanbul

5- Solgun Romans, Oyku, Everest yayinlari, 2014 İstanbul

6- Karadeniz Dalgalari, Gezi, Dara yayinlari, 2018 Amed

7- Mîr Celadet Bedîrhan’in Evînde, Roman, Dara yayinlari, 2018 Amed

Romanên Firat Cewerî yên bi swêdî:

1- Jag kommer att döda någon, förlaget storge, 2018

2- Lehî

Kitêbên Firat Cewerî yên ku wergeriyane farisî:

- Kevoka spî

- Ez ê yekî bikujim

- Kovara Nûdem 10 sal

- Kovara Nûdem Werger


Li mala Rewşen Bedirxan, 1987, Banyas, Sûrî.


Firat Cewerî, Şivan Perwer û Mehmûd Baksî, ji salên 90'î...

Bi rêzê Nacî Kutlay, Firat Cewerî, Rohat Alakom û Mehmed Uzun, sal 1992.

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Portreya Mehê - Nivîsên Dawî
news
  • 02 07 2025

Bi salan e li ber Kela Hewlêrê wêneyan xêz dike

news
  • 17 09 2024

Parçeyek ji dîroka kurdan: Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

news
  • 17 06 2024

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

news
  • 25 04 2024

Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî

news
  • 21 02 2024

Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

news
  • 02 10 2023

Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Silêmanî Pêşangeha Pirtûkan didome

ad

'ÎHD dijî mîlîtarîzmê ye'

ad

Hunermend Şukrî Rêkanî li mala xwe kuştî hat dîtin

ad

‘Hekîmtiya Kurmancî’ êdî meseleya zanistê ye

ad

2021'ê de jî havîneke normal nîn e

ad

Çima li başurê Kurdistanê bizava Gorran ew qas dengan tîne?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname