Diyarname
Bi sedan salan, belkî bi hezaran salan wekî piraniya gelan kurdan jî li gor xwe û bi rêbaza xwe nexweşiyên nava xwe derman kirine. Navê wê jî li nav civakê li gor herêman guheriye. Heta niha pênaseyên wekî “Dermanên kurmancî”, “Hekîmê Loqman”, “Pîrik”, “Tixtorê Kurmancî”, “Hekîmê Kurmancî” ji bo vê hatine bikaranîn. Niha ev mesele bûye meseleya doktorayê û wekî pirtûk bi navê “Hekîmtiya Kurmancî” derket.
Pirtûk ji aliyê Dr. Tekîn Çifçi ve hatiye amadekirin û ji Weşanxaneya Nûbiharê derketiye. Bi vê yekê nivîskar berê xwendevanan dide ew dermanên berê û di heman demê de ew peyvên di vê qadê de hatine bikaranîn ku bi tiba modern re winda bûne, û carek din wan bibîr dixe.
LÊKOLÎNA LI HERÊMA SEMSÛRÊ
Çifçi hîma vê xebatê di sala 2015’an de daniye. Li ser vî hîmî xebateke doktorayê ku çar salan dom kiriye daye ber xwe. Çifci li ser armanca xebatê wisa gotiye, “Mebesta vê xebatê -ku wekî rîsaleya doktorayê jî hatiye amadekirin û pêşkêşkirin- yek jê ew e ku li deryaya xebatên folklorî yên kurdan dilopekê lê zêde bike û rê li ber lêkolînên li ser folklora herêma Semsûrê veke. Helbet berî vê xebatê gelek berhemên folklorî li ser herêma Semsûrê hatine amadekirin. Lê li ser bijîşkiya gelêrî ya herêma Semsûrê ev xebata di destê we de ye ya yekemîn e.”
Bijîşkiya gelêrî bi sedan salan domandiye, yên extiyar bûne hinên din li dû xwe hiştine û bi vî awayî her bûye çare. Niha ev bijîşkî bûye teza doktorayê û bi vê hem ew peyv hatine parastin, hem rêbaza wan hatiye parastin, hem jî ji aliyê ziman ve ew peyvên wan li zimanê nivîskî hatine zêdekirin.
GELEK NEXWEŞIYÊN DI PIRTÛKÊ DE
Nivîskar Çifçi di pirtûka 400 rûpelî de agahiyên ku li herêma Semsûrê dane hev rêz kirine. Xwendevan di vê pirtûkê de hem gelek nexweşiyên çêbûne hîn dibin, hem jî rêbaza çareseriya van nexweşiyan ku wan hekîman çêkerine dibînin. Ji serêşê, bêhişketinê bigire heta êşa gurçikan, ji diranêş bigire heta verişîn, ta, serma, êşa zirav, jehrîbûn bi dehan nexweşî û pêre jî dermankirina wan hatine rêzkirin. Mînak qala nexweşiya serêşê kiriye û paşê qala dermankirina wê: “Ji bo kêmkirina êşa serêşê, hin kes paçikekî dixin nava ava sîrkeyê, piştre wî diguvêşin û li dora serê xwe dişidînin. Piranî jinên navsere yan pîr ji bo ku ji serêşê xilas bibin porê xwe hine dikin.” Û ligel van çareseriyên din jî hatine rêzkirin.
HIN MÎNAK
Mînak ji bo “Zikêşê” wisa gotiye, “Zikêşe, wekî çûyîna destavê ya rojê ji sê caran zêdetir yan virikîbûna zarokên ku şîr dimijin e.” Û paşê jî gelek çareyên wê rêz kirine, ku em enê çend ji wan wekî mînak bidin: “Xurekên ziwa yên wekî kartolên kelandî û nanê zuha didin nexweşan. Şerboya mast çêdikin û bi germî didin nexweşan. Av û dew û hwd. vedixwin. Pelên hêjîr û çinaran dikelînin, ava wan vedxwin.”
Bi kurt û kurmancî pirtûka ku ji bo parastina beşek ji beşa civakê hatiye amadekirin, kedek ji bo ziman e jî, li aliyê din yên bixwazin heta radeyekê dikarin bi vê rêbazê li mala xwe hin nexweşiyên xwe jî derman bikin.
Dr. Tekîn Çîfçî kî ye?
Dr. Tekîn Çîfçî di sala 1977’an de li gundê Narînciyê ya Semsûrê hatiye dinê. Di sala 1997’an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetî temam kiriye û li Amed û Mêrdînê mamostetî kiriye. Paşê di sala 2013’an de li Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê di beşa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa bilind qedandiye. Doktoraya xwe jî di sala 2019’an de li Zanîngeha Dîcleyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de kuta kiriye.
Heta niha ev pirtûkên wî derketine:
- Kilam û Jin, Lêkolîn, Nûbihar, 2014
- Zeviya Ramûsanê, Kurteçîrok, Nûbihar, 2015
- Hekîmtiya Kurmancî, Lêkolîn, Nûbihar, 2022
- Hekîmtiya Kurmancî / Dr. Tekîn Çîfçî / Nûbihar / Beşa Kurdolojî / Lêkolîn / 400 rûpel / 2022


