Diyarname
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş bi telefonê li Serokomarê Komara Bakurê Kibrisê ya Tirk Ozkan Yargancioglu geriya û li ser xwendekarên kurd ên li Kibrisê ku ev çendek e rastî êrîşan tên û tên binçavkirin agahî girt.
Demirtaş di hevdîtinê de xwest li hemberî xwendekaran cudakarî neyê kirin, yên ku provakasyonan dikin derxin holê û pêvajoya hiqûqî bê dest pê kirin. Her wiha Demirtaş got ku li Giravê ji bo tansiyon dakeve tiştek bikeve ser milê wan dikarin bînin cih.
Her wiha BDP'ê li ser mijarê bi bi Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastina Neteweyî ya Komara Tirkiyeyê re jî hevdîtin pêk anî.
Ev çendeke li Kibrisê li hemberî xwendekarên kurd êrîş hene. Hin hatine binçavkirin. Bûyer didomin.


