Diyarname
Di 85 saliya xwe de mirov çawa dikare di berga kovara jinên bedew de cih bigire? Çi mirov ber bi wir ve dibe? Û jinek 85 salî çawa bedew dibe û dikare tiştek wisa bike? Yên me çima wisa nabin? Jinên kurd di 85 salî de di çi rewşî de ne?
Gelek pirs hene. Pêre jî felsefeyeke jiyanê. Helbet siûda ku li cihê mirov lê hatiye dinê jî heye. Em ê berê xwe bidin lîstinvana Judi Dench ku niha wêneyê wê di berga kovara navdar Vogue de cih girtiye.
Kovaar Vogue di sala 1892'yan de derketiye û hê jî derdikeve. Li gelek welatan bi zimanên wan tê weşandin û her welat bergek li gor xwe saz dike.
Lîstikvan Judi Dench di 9'ê berfanbara 1934'an de li Heworth a Yorka Kraliyeta Yekbûyî hatiye dinê. Ev 60 sal in lîstikvanî dike. Sê caran ji BATFA'yê xelat girtiye, şeş caran Xelatê Laurence Olivier girtiye, ji bilî van xelata Oscarê jî di nav de gelek xelat girtine. Niha ji ber wê di berga kovara Vogue de cih girtiye bû mijara me.
Judi Dench di berga kovarê ya meha pêşperê/hezîranê çapa wê ya Îngilistanê de dê cih bigire. Fotoyê wê berî zêde belavbûna vîrusa koronayê hatiye kişandin. Bi vê fotoyê ew bû jina herî extiyar ku di berga kovarê de cih girtiye
Lîstikvana ku ev 60 sal in vî karê xwe didomîne malnişînbûnê nafikire û dijî kesên vî fikrî tînin ziman derdikeve.
Di serî de The Guardian, gelek rojnameyên navdar ên dinyayê ev yek kir nûçe. Cihgirtina di berga Vogue e wekî serketinek, rûmetdayînek tê nirxandin. Dench jî bi vê yekê hat rûmetkirin û kete nava dîrokê.


Kovara Vogue ji 1892'yan ve heta niha di berga xwe de cih daye gelek navdaran. Judi Dench wekî jina herî extiyar e ku di berga Vague de cih digire.


