Diyarname
Yekemîn romana nivîskar Helîm Yûsiv a bi navê "Sobarto" piştî 15 salan careke din derket pêşberî xwendevanan.
"Sobarto" yekemîn romana nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv e. Roman di sala 1999'an de li Stenbolê ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatibû weşandin û gelek eleqe dîtibû. Romanê gelek bala xwendevan û nivîskarên wê demê kişandibû û bi vî awayî hatibû xwendin. Lê ev demeke dirêj e roman li piyaseyê tune bû. Weşanên Peywend ku ev demeke pirtûkên Helîm Yûsiv ji nû ve çap dike vê carê Sobarto çap kir.
Sobarto, ne tenê çîroka salên agirê sînemaya Amûdê, razên sert ên zarokatiyeke lidûmayî û evîneke têkçûyî ye; di heman demê de di nav îmkanên çîroksaziyeke xurt û pirhêl de çîroka miletekî bindest û çerxa feleka wî ya çep e jî… Fînala wê ya balkêş û reşbîn, sembol û motîfên biçûk ên ku hêdî hêdî dibin parçeyên yekûnekî, derî li “alegoriyeke netewî” vedikin. Sobarto, belkî ji wan romanên yekem ên kurdî ye ku di rengekî şexsî de, gav bi gav berê xwe dide wêneyekî giştî yê netewî û bê ku ji edebiyatê tawîz bide, me li ser vê têkçûnê sewqî hişyariyekê dike.
Nivîskarê malpera me û muzîkar Yeqîn H. li ser "Sobarto" wisa dibêje: "Sobarto ne tenê rûspîtiya edebiyat û xeleka me ya vî 50 salên dawîn e, di heman wextê de peyt û şiyana xwepêkanînê ya kurmancî ye jî.. Nifşê min, bi derenegî be jî wekî romana qewî yê kurmancî, yekem car ji Sobarto/mirêka Helîm Yûsiv li xwe teyisîn..û dîtin ku mere bi nivisê û bi kurmancî çilo ji mirêkê xuya dikin."
Fûara Pirtûkan a Stenbolê 8'ê vê mehê li dar dikeve û Weşanên Peywend jî li Salon 2 nimreya 605 E cih vedike; kesên bixwazin dikarin ji wir Sobartoyê bi dest bixin.
Ji bo xwestinê:
Tel: 0532 176 93 64 | E-Mail: peywend-@hotmail.com | www.facebook.com/wesanxaneyapeywend


