Diyarname
Derhêner Kazim Oz duyemîn car fîlmê xwe "Zer" bê pere ji ser vîmeoyê re pêşkêş kir. Armanc ew bû di van çar rojên ku li bajarên mezin qedexeya derketine derve heye yên li mal li fîlm bê pere temaşe bikin. Lê di du rojên dawiya hefteyê de bi ser 10 hezar kesî re mirovan li fîlm temaşe kir. Ev yek bi ser lîmîta promosyon^iya vîmeoyê ye û dema digihîje astek wisa vîmeo destûrê nade. Li ser vê yekê Kazim Oz daxuyaniyeke da û gto ku ji bo rojên 18-19-20'ê mehê yên bixwazin dikarin bi buhayeke biçûk, bi 1.99 dolarî dikarin fîlmî daxin û temaşe bikin. Di rewşa normal de bi ser vîmeoyê re buhaya fîlm 5.99 dolar e. Oz wisa got: "Bi vê awayî hûn dê hem bikaribin li Zer temaşe bikin hem jî keda we bigihîje me ku di rewşa niha ya amadekirina fîlmekî nû de."
Ji bo ketina vîmeoyê:
- KAZIM OZ - ZER


