Diyarname
Li Tirkiyeyê îro Roja Rojnamegerên Dixebitin e. Lê rojnamegerên kurd ne li ser karê xwe, di girtîgehê de ne.
Di 10'ê rêbendana 1961'ê de zagoneke sendîkayê hate qebûlkirin, zagonê kete jiyanê. Ji wê rojê ve 10'ê vê mehê li Tirkiyeyê wekî Roja Rojnamegerên Dixebitin tê pîrozkirin.
Îro jî yek ji van rojan e lê ji dêvla rojnameger li ser karên xwe bin, bi cezayan re rû bi rû ne. Berpirsê Karê Nivîsaran ê Azadiya Welat Vedat Kurşun bi cezaya 166 sal 6 meh a hepsê niha li girtîgehê ye. Dîsa ji Azadiya Welat ji bo Ozan Kılıç 30 sal ceza hatiye birîn. Emine Demir jî bi 138 salan hatiye cezakirin. Di vê demê de li dor hezar doz li rojnamegeran hatine vekirin.
Bi hêviya ku rojnamegerên girtî bên berdan, yên li ser karên xwe jî ba awayekî azad pêşiyê xwe bidomînin, Roja Rojnamegerên Dixebitin pîroz be.