Dîren Yûrtsever / MA / ENQERE
Daxwaza HDP’ê ya zêdekirina 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ya li "Roj û Hefteyên Diyarkirî", ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ya Tirkiyeyê ve bi hinceta “Ji bo Destûra Bingehîn ne Guncav” e hat redkirin.
Parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Kemal Bulbul û Mehmet Ruştu Tiryakî, di 15’ê gulana 2020'an de daxwaznameyeke de dabûn MEB'a Tirkiyeyê û daxwaz kiribûn ku 15’ê Gulanê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî li ‘Roj û Hefteyên Diyarkirî’ yên Tirkiyeyê bê zêdekirin û li dibistanên seretayî û navîn bê pêkanîn. MEB’ê ev daxwaza parlamenterên HDP’ê bersivand û bi hinceta ku “Ji bo Destûra Bingehîn û hiqûqa heyî ne guncav” e red kir.
WEZARETÊ XWE DEREWAND
HDP’iyan di daxwaznameya xwe de bi bîr xistibûn ku di sala 2015’an de MEB’ê 17-25’ê kanûnê wekî "Roja Zimanê Erebî" qebûl kiriye. Wezaretê, di bersiva xwe de ev bibîrxistina HDP’iyan red kir û diyar kir ku Roja Zimanê Erebî di nav ‘Roj û Hefteyên Diyarkirî’ de cih nagire.
EREBÎ LI GORÎ DESTÛRA BINGEHÎN E
Egîtîm-Îşê, di sala 2015’an de serî li MEB’ê dabû û jê daxwaz kiribû ku hefteya 17-25’ê kanûnê wekî ‘Hefteya Têkoşîna li dijî Bertîl û Nelirêtiyê” bê îlankirin, lê wezaretê ji 18’ê kanûnê şûn ve hefteyekê wekî Hefteya Erebî îlan kiribû.


