Diyarname
Di Premier Lîgê de hê 7 hefte mane lîg bi dawî bibe. Îşev maça Manchester City (MC) û Chelsea hebû. MC di rêza duyemîn de bû û piştî ku bi 2-1 têk çû bi awayê matematîkî Liverpool bû şampiyon.
Şampiyoniyên Liverpoolê
Di lîgê de Liverpool di dawiya 31 hefteyan de xwedî 86 pûanan e. Di rêza duyemîn de MC heye ku 63 pûanên wê hene û di rêza sêyemîn de Leicester City xwedî 55 pûanan e. Di encama vê hefteyê de Liverpool wekî şampiyon hat ragihandin. Di 31 hefteyan de, di 28 maçan de bi ser ket, 2 maçan de wek hev ma û tenê di maçek de têk çû. Liverpool yekemîn car di Premier Lîgê de dibe şampiyon.
Liverpool di sala 1892'yan de hatiye avakirin. Heta niha 6 caran bûye şampiyonê Lîgê Şampiyona, 3 caran Kûpaya UEFA'yê birine mala xwe û di Premier Lîgê de jî tam 19 caran bûye şampiyon. Heta sala 1991'ê yi Îngilistanê wekî "Lîga 1'emîn" maç dihatin lîstin û di wê lîgê de Livirqor herî dawî di sala 1989-90'î de bûbû şampiyon û ev 30 sal bûn nedibû şampiyon.
Lîga 1'emîn a Îngilistanê di sala 1992'yan de nav guhart û bû Premier Lîg. Di bin vî navî de Liverpool yekemîn şampiyoniya xwe ragihand.
MU li pêş e
Di lîga Îngilistanê de Manchester United (MU) heta niha 20 caran bûye şampiyon û bi vî awayî di rêza yekemîn de ye. Liverpool di vî warî de bi 19 şampiyoniyan gavek din nêzî wê bû. Dûre bi 13 şampiyoniyan Arsenal tê û Evertin jî xwedî 9 şampiyoniyan e. MU di roja 14'ê avrêla 2001'ê de berî bidawîbûna lîgê bi 5 heafteyan bûbû şampiyon, lê Liverpool ev rekor derxist 7 hefteyan.
Heyfa par ji MC stand
Di serdema lîgê ya 2018-19'an de Liverpolê heta hefteya dawî jî dest ji pêşbaziya şampiyoniyê bernedabû lê di dawiyê de MC bi 98 pûanan bûbû şampiyon û Liverpool bi 97 pûanan di rêza duyemîn de mabû.
Rola Klopp
Teknîk Dîrektor Jurgen Klopp di sala 1967'an de li Stutgarta Almanyayê hatiye dinê. Di navbera salên 2001-2008'an de tîma FSV Mainz 05 bi rê ve bir û xwe nîşan da. Heman salê bû teknîk dîrektorê Dortmundê û li wir hem li nav Almanyayê hem jî li dinyayê navdar bû. Di sala 2015'an de ji Dortmundê derbasî Liverpoolê bû.Teknîk Dîrektorê Liverpoolê J. Klopp di sala 2015'an de piştî serketina xwe ya li Borussia Dortmund hat Liverpoolê. Kloppî bandora xwe ya li ser Liverpoolê nîşan da. Di Lîga Şampiyonan, UEFA Super Kûpa jî di nav de gelek şampiyonî bi dest xist lê Şampiyoniya Premier Lîg di dilê wî de mabû û ew jî niha bi dest xist.
Ji lîstikvanên Liverpoolê îsal herî zêde Salah derket pêş. Heta hefteyan 31'ê Salahî 17 gol avêtin û piştî wî Mane bi 15 golan, Oliveira bi 8 golan tê.
Klopp piştî serketina xwe ya li Dortmundê hat Liverpoolê û li wir jî mohra xwe li tîmê da.