Diyarname
Di Sempozyûma Modelên Perwerdehiya Pirzimanî de ji derdorên cur bi cur pisporan nîşan dan ku perwerdehiya pirzimanî mimkûn e.
Ji bo 21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî TZPKurdî çalakiyên ji bo vê rojê ku hefteyeke didomin dabûn dest pê kirin. Xebata dawî ya vê hefteyê jî Sempozyûna Modelên Perwerdehiya Pirzimanî ye ku bi amadekariya Kurd-Der a Enqereyê li Enqereyê, li Salona ÎMO'yê li dar ket.
SempozYûn bi axaftina Serokê Kurd Derê Ahmet Aday dest pê kir. Aday got ku bi hêviya asîmîlasyon bibe sûcê mirovahiyê û wisa dom kir: "Serdestan 10 hezar ziman asîmîle kirine, kuştine. Netewe dewletên yekparêz zimankujer in. Dewletên Rojhilatên Navîn jî ziman kuştine. Dewleta Tirkiyeyê jî ziman û çand înkar û asîmîlasyon kiriye û ev yek hê jî didome."
Aday got ku ligel yekzimaniya dewletê jî îro li Tirkiyeyê 34 ziman têne axaftin, ev tê wê wateyê ku 34 çand hene lê dewlet van înkar dike. Aday wisa got: "Îro li Tirkiyeyê her serê sibê 6 mîlyon zarokên kurd sonda 'bedenê min bibe diyarî hebû tirkîtî'. Divê dewlet dev ji vê Sûcê mirovahiyê berde. Divê Tirkiye wekî Spanyayê zagona xwe ya bingehîn biguherîne, herêmên xweser ava bike û wisa perwerdehiyê bide."
Dê Serokê KCD'ê Ahmet Turk jî axaftineke bikira lê ji ber civîna wan a li Amedê nehat û peyama xwe şand. Li ser navê TZPKurdî, nûnerê TZPKurdî Mehmet Şahin axaftina destpêkê kir.
Şahin li ser dîroka ziman sekinî, qala ÎSmet Înonu ku gotibû "Kesên ji bilî tirkî biaxivin dê ev yek wekî sûceke li hemberî dewletê bê hesibandin û bêne cezakirin' kir û dûre bal kişand ser UNESCO ku dibêje bi ziman perwerdehî nebe dê ziman winda bibin. Şahin got digel vê yekê Tirkiye naxwaze bi zimanên ji bilî tirkî perwerdehî hebe.
Piştî axaftinên destpêkê di bin moderatoriya Mehmet Şahin de bi beşdariya zimanzan û nivîskar Necmiye Alpay, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, ji Koma Mafên Kêmneteweyan, Kordinatora Kibris û Tirkiyeyê Nurcan Kaya, Rêveberê Dibistana Ermen a Seretayî ya Yeşilkoyê Garo Paylan û Kordînatorê Federasyona Komeleyên Kafkasiyan Cuhmur Bal danişîna yekemîn a sempozyûmê li dar ket.
Vane hin gotinên axifgeran:
- Necmiye Alpay:
Xirakirina fikra zimanzaniyê heye. Mirov agahiyeke qebûl bike, divê daxwazên wê agahiyê bîne ziman. Dema vê neynî ziman ev tê wateya xirakirina fikra zimanzaniyê.
Li Tirkiyeyê bi tirkî, ermenî, rûmî, her wiha bi fransî, spanyolî, îngilîzî û almanî, bi 7 zimanan perwerdehî heye. Rewş wisa ne hêsan e, gelek tevlihev e. Li Tirkiyeyê bi zimanê Ermeniya rojava perwerdehî hebe jî ev nayê wê wateyê ku ev ziman winda nabe. Bi ziman perwerdehî hebe jî ev yek nayê wê wateyê ku dê ziman rizgar bibe. Rewş gelek tevlihev e.
- Nurcan Kaya:
Divê hem di dibistanên dewletê hem jî di yên taybet de bi zimanê zikmakî perwerdehî hebe. Dîsa di Halkeviyan de dikare qurs hebin ku ev der bi piştgiriya saziyên fermî li ser piyan in.
Li Hirvatistanê ji bo 3 zimanan mafê perwerdehiya zimanê zikmakî heye. li wê derê wisa ye: Dibistanê kêmneteweyan, dibistanên bi du zimanî perwerdehî didin, dibistanên bi hirvatî perwerdehî didin. Di van de jî dîsa perwerdehiyên din têne dayîn.
Li Gallerê bi zimanê zikmakî pedwerdehî heye. Jê wêdetir jî, di ezmûnên wekî 'ezmûnên diyarkirina astê' de jî zarok ne bi zimanê îngilîzî, bi galî beşdarî van dibin.
- Abdullah Demirbaş:
Dema em hatin ser kar bajar nasnameya xwe winda kiribû. Me yê ev nasname çawa bida bidest xistin? Du tişt hebûn yan me yê bi nasnameya bajêr kar bikira, yan jî bi zagonan. Em ji muxalefetê hatibûn. Me berdêl dabûn Lê em bi ser ketibûn. Me Xebata Şaredariya Pirzimanî da dest pê kirin. Belê li Tirkiyeyê yekemîn car şaredarek û hemû endamên meclisa şaredariyê ji ber vê yekê ji kar hatin girtin lê werin li vê binêrin ku du meh berê ji ber wê xebata xwe me beraat kir. Yanê yên ku em ji kar girtin wan winda kir, em bi ser ketin. Wan xwest hê di dest pê kê de me têk bibin, lê îro mecbûr in vê yekê qebûl bikin.
Gere me bi zimanê vî gelî xizmet bikira, em niha vê dikin.
Cihên ketina bajêr nasnameya bajêr nîşan didin. Me li du cihên ketina bajêr tabelayên bi pênc zimanan daliqandin, me nasnameya bajêr nîşan da.
Niha em dikin ku Kreşek (dibistana ji bo zarokên biçûk, yên berî dibistana seretayî) vekin. Berdel çi be jî emê bikin.
- Garo Paylan:
Berî sala 1915'an li Anatoliyê sedî 15'ê gel ermen bûn. Bi zimanê wan dibistan, nexweşxane hebûn. Mîlyon û nîv ermen hebû, bi komarê re ew hejmar daket 300 hezar î, niha 50-60 hezar mane. Ev çawa wisa bû?
Niha li Stenbolê 21 dibistanên bi ermenkî hene. Hûnê bibêjin çi xweş e lê rewş ne wisa ye. Midûrê dibistanên me ermen e, lê cîgerê wî tirk e, rêzikname wisa ye. Em di nav zehmetiyan de kar dikin. Dewlet bi tu awayî piştgirî nade me. Hemû mesrefên dibistanên me ji aliyê gelê me ve tê çareserkirin. Di destpêkê de zarok bi ermenkî dixwînin lê her ku diçe û dema 'ezmûnên diyarkirina astê' tê wê çaxê tirkî dibe serdest. Ev ji bo ermenkî neyînî ye.
Me nîşan da ku bi pirzimanî perwerdehî dibe. Em digel ermenî, tîrkî û îngilîzî jî ders didin. Ji lîseyeke me xwendekar li Stenbolê ketin rêza 10'ên pêşî, rêza 8'emîn bi dest xistin. Ev vê nîşan dide, bi pirzimanî perwerdehî hebe, bi zimanê sêyem jî perwerdehî hêsan dibe.
Serê sibê bi zarokên me jî 'bedena min diyarî hebûna tirkan' be tê xwendin. Heqê kesî tune bi zarokên me vê bide xwendin. ez midûrê dibistanê me lê dîsa jî ne di saet 8.15 ji ber vê yekê ez di 8.30 de diçim dibistanê.
Divê em xwe ji netewerestiyê xwe bidin alî. Ev netewepestiya tirk, kurd, ermen kîjan dibe bila bibe.
- Cumhur Bal:
Hemû ziman bi qîmet in, ji ber vê jî divê ziman bijîn. Ew hemû mîrateya dinyayê ne. Zimanê kafkasan bi 60 dengî ne. Zimanekî çiqas dengê wê hebin ew qas nîşan didin ku ew ziman çiqas kevn e. Ji aliyê edebî ve ev tiştet xweş e, lê di heman demê de ev yek ji bo parastina ziman jî gelek zehmet e. Çerkezî niha di wê astê de ye.
Li Tirkiyeyê 6 mîlyon çerkez hene lê bi çerkezî perwerdehî nîn e. Dibe ku ji bo hinan mînaka Îsraîlê ne baş e lê ji bo me baş e. Li Îsraîlê li du gundan çerkez hene. Li wan gundan hemû zarok bi çerkezî dizanin. Her wiha ew zarok hemû digel çerkezî bi îbranî, bi erebî û bi îngilîzî dizanin.
Li Sûriyê 50 hezar çerkez hene em dibêjin Sûrî dîktator e. Li Urdunê 40 hezar çerkez hene, em dibêjin ew der qraliyet e, lê li wan her du deran bi çerkezî perwerdehî heye, lê li Tirkiyeyê ku 6 mîlyon çerkez lêne perwerdehî nîn e.
**
Dema ev nûçe hate weşandin beşa diduyan a sempozyûmê dê li dar biketa...
Foto: Cemil Oguz
***
Nûçeya eleqedar:
- Divê gotina 'Ciwan hêzên parastina zimanin' bikeve jiyanê
**

Serokê Kurd-Derê Ahmet Aday

Nûnerê TZPKurdî Mehmet Şahin

Nêzî 500 kesî li sempozyûmê temaşe kir.


Ketina hundir û derketin hebû lê bi giştî heta ber bi dawiyê ve salon tije bû. Bi taybetî di danişîna serê sibê de.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


