Şam
Ji 15'ê adarê ve li gelek bajarên Sûriyê gel li hemberî desthilatdariyê rabûye ser piyan. Di çalakiyan de heta niha bi dehan kes hatin kuştin.
Şêwirmendê Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esad yê bi navê Busayna Şaban ji bo AFP'ê axivî û wisa got: Me biryara rakirina zagona rewşa awarte daye lê ev kengê dê bikeve rojevê ez nizanim."
Zagona navborî ji adara 1963'yan ve ku partiya Beasê hatiye ser kar li ser kar e. Zagon pêşî li azadiyê digire, destûrê dide hêzên dewletê ku kî "şikbar" bibîne bigire bin çavan û li ser lêpirsînê bike.
Digel vê ji ber vê zagon rojname, radyo û weşanên din jî digire bin qontrolê


