Diyarname
Nivîskar Îsmaîl Dîndar yek jê ya wî û 2 werger, 3 pirtûkên zarokan pêşkêşî cîhana kurdî kir.
Nivîskarê malpera me Îsmaîl Dîndar bi navê "Palûtek" pirtûkek ji bo zarokan nivîsî û pirtûk ji Weşanên Evrenselê derket.
Her wiha Dîndar du pirtûk jî wergerand kurdî û her du jî ji Weşanên Evrenselê derket.
Ji van yek jê pirtûka Muzaffer Îzgu ye ku Dîndar bi navê "Pembûyê Reş" wergerandiye kurdî. Ya din jî pirtûka Samed Behrengî "Masiyê Reş ê Piçûk" e ku wergerandiye kurdî.
Her sê pirtûk jî di Fûara Pirtûkan a Amedê ku niha li dar e de derketin pêberî pirtûkhezan.


