DÊRIK
Kurdên li Sûriyeyê dijîn, nêzî nîvê sedsalekê ne ku wekî “biyanî” tên dîtin. Piştî serhildanên li Sûriyeyê, êdî rejîma Sûriye nasname dide kurdên bê nasname.
Li Sûriyeyê xwepêşandanên meha adarê dest pê kirin û heta îro berdewam dikin de zêdetirê hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Di meha avrêlê de Serokdewletê Sûriye Beşar el Esad, biryarnameya ku dayîna mafê welatiyê ya kurdên Hesekê ku wekî ‘biyanî’ dihatin binavkirin, erê kiribû.
Piştî vê biryarnameyê, di van rojên dawiyê de li bajarê Dêrikê yê başûrê rojavayê Kurdistanê, komek ji kurdên ku wekî “Biyaniyên qeydkirî” dihat binavkirin, nasnameya xwe bi dest xistin.
300 HEZAR KURD BÊ NASNAME NE
Kurdên ku li welatê xwe wekî biyaniyan tê hesibandin, di bin zextên giran yên rejîma Baasê de ne. Nasnameya kurdan bi awayek fermî nayê naskirin û mafê wan ê perwerdeyê tune ye. Ji sala 1958'an û vir ve weşanên bi kurdî jî hatine qedexekirin. Ev qedexe di sala 1987'an de hat berfirehtirkirin, muzîk û dîmenên kurd jî hatin qedexekirin. Sala 1989'an jî li zanîngeh û dibistanan axaftina bi zimanên din hat qedexekirin. Her wiha ji bo axaftina bi kurdî ceza hatiye zêdekirin û bûye 5 sal. Divê çarçoveyê de bi dehan nivîskar, rojnameger û çalakvanên kurd li benda dadgehên Sûrî ne.
Li gor pêşbîniyan şêniya kurdên li Sûrî 2 mîlyon e. Ji sala 1962'yan ve bi nasnameya sor ya ku ji aliyê wezareta navxweyî ve hatiye belavkirin kurd bûn xwedî statuya ‘biyanî’. Heta niha nêzî 300 hezar kurd li Sûriyeyê bê nasname ne û zarokên ku ji van çêdibin jî wekî wana bê nasname ne. Girtin, binçavkirin û îşkencekirina kurdan bi awayek rêk û pêk didome. Piştî bûyera 12’ê Adara 2004'an, Esad soza da ku ew ê pirsa kurd çareser bike, lê ew soz jî li hewa ma. Berovajiyê vê zext zêde bûn.
Ji ANF'ê hatiye girtin


