Li Katarê her ku diçe cihên taybet ên ji bo jinan zêde dibin. Vê carê saloneke sînemayê ya ji bo jinan vedibe.
Saloneke sporê ya bi navê AZF saloneke sînemayê ku têde 154 kursî hene vedike ku ev salon tenê ji bo jinan tê terxankirin. Salon vê hefteyê dê vebe.
Li Katarê gelek tesîsên tenê aîdê jinan in hene û ev yek her ku diçin zêde dibin. Li Duabî şîrketa texsiyan heye ku ajokar jî jin in, tenê jin siwarê wan dibin. Dîsa li metroyê jî hin vagotên tenê aîdê jinan in hene.


