Diyarname
Dosso Dossi Fashion Show ji bo kreasyona xwe ya zivistana 2020-2021'ê li Qesra Paşa Îsheq de defîle li dar xist. Gelek mankenên ji Tirkiyeyê beşdar bûn.
Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Dosso Dossi Hikmet Eraslan ku ew bi xwe ji Agiriyê ye ev organîze kir û manken anîn wir.
Di bin rêberiya koreograf Yasin Soy de defîle li dar ket û mankenên li wir sê rojan dê bi kincên Dosso Dossi wêneyan bikişînin.
Manken Demet Şener Kupeli, Deniz Akkaya, Şevval Şahin, Buse İskenderoglu, Ecem Çirpan, Simay Rasimoglu, Pınar Tartan, Buşra Turan, Yigit Markus Aral jî di nav de 22 mankenên jin 6 jê mêr hatin Bazîdê û dûre derbasî qesrê bûn.
Qesrê gelek bandor li mankenan kir
(Fotoyê DHA'yê me ji malpera NTV girtin)





