Diyarname
Hunermend Tarkan û Koma Manga di çarçoveya Festîvala Ciwanan a Fantayê de li Amedê konser da. Di konserê de li dor 40 hezar kesî amade bû.
Konsera ku li Stada Zanîngeha Dîcleyê li dar ket de pêşî Manga derket ser dikê, ji stranên xwe yên kevn û nû û her wiha ji albuma xwe "Rezalet" ku dê nû derkeve stran pêşkêş kir.
Piştî Mangayê hunermendê navdar Tarkan derket ser dikê. Tarkan bi egala avêtibû dor stûyê xwe derket pêşberî temaşevanan. Girseyê eleqeyeke mezin nîşanî Tarkan da. Li ser vê Tarkan sipasiya xwe pêşkêş kir û got: "Min gelek bêriya Diyarbekir kiribû. Ji bo coşa we gelek sipas."
Tarkan ku digel hunermendiya xwe xebata li ser parastina cihên dîrokî jî dike, çend roj berê dîsa bal kişandibû ser Heskîfê û gotibû ku divê ev der jî wekî qada sîtê bê parastin. Di çarçoveya parastina Heskîfê ya xebata Komeleya Xwezayê de Tarkan jî salên borî çûbû Heskîfê.


