Enqere
Dadgeha Zagona Bingehîn di doza girtina DTP'ê de mehek din ji bo parastinê dem da DTP'ê.
Roza dawî ya xweparastina DTP'ê îro bû. Ji ber ku dem kêm bû DTP'ê ji Dadgeha Zagona Bingehîn dem xwest. Dadgehê mehekê dem da DTP'ê. Li gor vê yekê DTP'ê divê heta 12'yê pûşperê parastina xwe ya bingehîn pêşkêşî dadgehê bike.


