logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Culemêrg çi reng e dayê?
  2. Tûrnûvaya Futbolê ya Navsaziyan bi 44 tîman dest pê kir
  3. Ev tenê mabû: Ji her derê dîmena Trumpî derdikeve pêş amerîkiyan!
  4. Ji bo Mûş, Mêrdîn û Şanliurfayê dema lîstina maçên play-offê ye
  5. Sazî Ziwanî qeybî Roşanê Ziwanî deklerasyon eşkera kenê
news-details

Zibare ango subsîstence economy

Di termînolojiya aboriyê de gotina “subsîstence economy” xwedî cîhekî hêja ye. Li gor zimanê me wekî aboriya edetî, kevn

  • Dîrok: 23/11/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Ehmed PELDA

Di termînolojiya aboriyê de gotina “subsîstence economy” xwedî cîhekî hêja ye. Li gor zimanê me wekî aboriya edetî, kevneşop, ya zemanê berê an jî ya kalubavan tê bilêvkirin. Hîmê wê li ser debarê hatiye rûniştandin. Wexta zemanê berê civata ku bi riya nêçîrvaniyê, sewalvaniyê an jî çandiniyê debara xwe dikir, tenê dikaribû pêwîstiyên xwe yên bingehîn peyda bikirana.

Ev çi bûn?

Peydakirina xwarin, lixwekirin, xwedîkirina derfetan ji bo şêniyên malê û pêlazimiyên sewalên malê bûn. Dîsa xwecihkirin û ji ber vê avakirina xanî ji bo civata malê û çêkirina tewle û goman ango nivgeha heywanan beşeke ji karûbarên şêniyên malê yên girîng bû.

Bi rastî der barê vê mijara aboriyê de, lîteratureke têr û tije heye. Li gor min bi kurdî mijara zibareyê beramberî subsîstence economyê ye. Ji ber ku kakilê vî karî hevkarî ye. Pere nîn e, navgîn kêm in û ne pêkan e ku kesek tenê bibe xwediyê hemû ked, hêz û navgînên hilberînê. Heke serdestek be û xwediyê navgînan be jî dîsa hewceyî xebatkaran e û ji ber bedela vê jî tenê dikare berhem bide, da ku zemanê berê pere û pulê îroyîn yê pergala kapîtalîzmê li ser piya digire nîn e.

Taybetiyeke din jî ew e ku wekhevî nîn e lê karbeşî reng û rîçalê vê pergalê ye. Wekî mînak hin kes xwedî zevî ne, hin kes xwedî tov in, an jî xwediyê ga û hespan in lê yên mayî jî tenê xwedan hêz in û dikarin bi hêza destan bixebitin; hin ên din jî hoste yan jî rêncber in. Belê ev kes civatekê pêk tînin, biryar didin ku zeviyê rakin, tov bireşînin û berhema wê jî bigirin. Lewma rêncber kar dike, hoste navgînan çêdike yan jî kêmasiyên heyî saz dike. Bi vî awayî herkes destekariyê dide hev lê ne pêkan e ku berhema zeviyê wekhev bê parvekirin.

Çima ev wiha ye?

Wekî mînak cotkar tenê bendeyê wê zeviyê namîne û diçe li hin cihên din jî dixebite. Hoste tenê bi karê navgînên zeviyekê nastirê û di ber re hin karûbarên din jî dike. Xwediyê zeviyê piştî çandinê dîsa cureyekî din ê şixulê jî dimeşîne. Lewma, em dikarin bibêjin ku destekarî û beramberiya şixulê heye lê her tişt tenê bi wê ve girêdayî nîn e. Lewma bidestxistina berhem, qezenc û dahatiya kesan li gor plan, hesap, xebat û têkiliyên wan cuda ne.

Ev cure aborî li gelek deverên cîhanê heye. Hê li Afrîkayê, Amerîkaya Latîn, li deverên Asyayê û li Kurdistanê nîşanên wê berdewam in. Nêçîrvaniya masiyan ya Gronlanda warê berfê, komkirina nebatan a kom û bereyên li Amazonan, sewalvanî û rêncberiya eşîrên civatên gundewarên Afrîkayê çend nimûneyên zindî ne. Dîroka wê, ji kapîtalîzm ango pergala sermayedariyê jî ji şoreşa çandiniyê jî dirêjtir e. Wekî tê zanîn dîroka kapîtalîzmê ji 300 salî zêdetir nîn e, ya şoreşa çandiniyê jî ji 7 hezar salan wêdetir nîn e lê dîroka mîrovên hilberîner ên karûbarên sîstematîk kirine xwedî dîrokek 100 hezaran salan zêdetir e ku sewalvanî, komkirina pincar û şênkayiyê û şixulandina navgînan destnîşanên berbiçav in.

Ev pergal di jiyana modern de jî berdewam e. Muhammed Yunus ku aborîzanekî pakistanî ye, pergala mîkro credîtê ji cureyê aboriya civaka Pakistanê girtibû ku nêzî ya Kurdistanê ye jî. Li gor vê çawa berê gel destekarî dida hev, navgînên xwe parve dikirin, îro dewlet jî dikare beramberî bedela navgîn û amûran, destekariya pere bide. Kesê ku bê derfet be, wê bi saya serê vê rêbazê, bikare çandiniyê li ser zeviya xwe bike yan jî çend çêlekan xwedî bike û ji şîr û penêrê wê feydê bibîne. Golikan jî ji ber bigire û hejmara wan zêde bike. Ev pergal li Ewropa, Amerîka, Tirkiyeyê jî hat ceribandin, di qadên aboriyê de berfireh bû. Jixwe mînakên serkeftî jî hene ku bi dewlemendî berdewam in.

Ji hêla cureyên kar û barên zibareyê ve Kurdistan cihêreng û zengîn e. Zibare bi serê xwe beşek e. Col, şikatî, novane, cirîg, dor, palute, pîgarî û şîrîgahî tenê çend çeşîd in. Ev karûxebatên dilop bi dilop di kêşa dîrokê re givirîne û dirûv girtine, em ê pêyderpey wekî mijar bi we re parve bikin lê vê bêjim ku hinek li ser hîmê hiqûqî, sinc û ehlaq rûniştine, hinek cure jî li ser hesabên parvekirina navgîn, berhem, ked û zeman bi riya matematîkê hatine sazkirin. Hinek ji van celeban veguherîne ser aboriya modern û bûne mînak. Wekî em dikarin pergala col ruberî şîrketa kolektîf bikin û wekî nîşana koka wê destnîşan bikin.

Em vegerin mijareke din. Hê jî gelek civaknas û aborînasan, ev rewş raçav nekirin û der barê vê mijarê de tiştekî balkêş nenivîsîne. Tenê bi gotina feodal, têkiliyên hilberînê an jî pergala îmeceyê bi nav kirine û di ser re derbas bûne. Îsmaîl Beşîkçî ku ew qas salên xwe li Kurdistanê derbas kirin lê çawa ev rewş nedît, balkêş e? Dibe ku kurdî hîn nebû û lewma ev tê dernexist. Martîn van Bruînessen kurdî hîn bûbû û bal kişandiye ser cureyên aboriyê jî lê her car xwestiye rûberî pergala aborî ya Ewropayê bike û vê jî ew korezanî kiriye ku nekariye giliya mijarê vereşîne. Kurd siyasetmedar û aborîzan Abdurrahman Qasimlo jî ji meselê dûr maye lê mixabin ji ber ku dîtina marksîstî ji xwe re kiriye rêber hemû bala xwe daye têkiliya serdest û bindestan, bandora wan a aborî û di encamê de hejarî û belengaziya civakê.

Lê belê berevajiyê van Mele Mehmudê Bazîdî bêhtir agahiyan dide. Lewma, ji bo civaknas û aborînasan jî hêjayî xwendinê û analîzê ye.

Bi qasî ku ez xwendina cureyên zibareyê ya aborîya cîhanê dikim, hêviya min ya ji bo aboriyên alternatîf zêdetir dibe. Tecrûbeya mirovahiyê ya aborî û civakî ji kapîtalîzma îroyîn xurttir, hêjatir û ji hemûyan wêdetir jî ji bo têkiliya mirov bi mirov, mirov û xweza, mirov û navgînan, mirov û heywanan qenctir e.

Ji Xwebûnê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

8751 Alya

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

'Zerre' û 'Jîn' bi ser ketin

ad

Belgefîlm diçin Selanîkê

ad

Ji bo Eurovisionê welatên fînalîst diyar bûn

ad

Festîvala Şanoyê ya Îzmîrê li benda berheman e

ad

'Bêrîvan’ li welatên Ewropayê ye

ad

Gotinên bi ser gotinî: Biwêj

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Culemêrg çi reng e dayê?

  • 29 04 2026
news

Tûrnûvaya Futbolê ya Navsaziyan bi 44 tîman dest pê kir

  • 29 04 2026
news

Ev tenê mabû: Ji her derê dîmena Trumpî derdikeve pêş amerîkiyan!

  • 29 04 2026
news

Ji bo Mûş, Mêrdîn û Şanliurfayê dema lîstina maçên play-offê ye

  • 29 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname