logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Malperên kurdan li ser Y. Guney agahiyên şaş weşandin

Çend roj berê me nûçeya "Malperên kurdan nûçeyên şaş diweşînin!" weşandibû, vê carê em balê dikişînen ser nûçeyeke din k

  • Dîrok: 12/08/2011
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Çend roj berê me nûçeya "Malperên kurdan nûçeyên şaş diweşînin!"* weşandibû, vê carê em balê dikişînen ser nûçeyeke din ku dîsa malperan nûçeyeke şaş weşandiye. Vacarê yên ku nûçeya şaş weşandine AKnews û Nûkurd in.

Pêşî ew nûçe:

"Qedexe li ser fîlmên Yilmaz Guney rabû

Li Tirkiyeyê, 11 fîlmên lîstikvan û derhênerê navdarê kurd Yilmaz Guney, ku heta niha li Tirkiyeyê qedexe bûn, ji aliyê wezareta çandê ve hatin nûkirin û dê wek DVD bên weşandin.

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, li ser fermana Wezîrê Çandê Ertugrul Gunay, fîlmên bi navê “Arkadaş-Heval”, “Umut-Hêvî”, “Aç Kurtlar-Gurên Birçî”, “Duvar-Dîwar”, “Seyithan-Seyîyxan”, “Agit-Hewarî” û “Zavallilar-Belengaz”, ku senaryoyên wan ji aliyê Yilmaz Guney ve hatiye nivîsandin û bixwe jî derhêneriya wan kiriye û her wiha, fîlmên “Yol-Rê”, “Duşman-Dijmin”, “Suru-Kerî” û “Endîşe-Fikar”, dê wek DVD bên weşandin.

Midûrê Giştî yê Sînema û Mafên Telîfê Çelik, diyar kir, salek e li ser vê projeyê kar dikin û wiha axivî, “Ev fîlm hatin paqijkirin û bo cara yekê ketin arşîva Wezareta Çandê. Wezaretê, di warê madî û menevî de, alîkarî kir.”

Hevjîna Yilmaz Guney Fatoş Guney jî, derbarê vê projeyê de wiha axivî, “Karekî baş e. Berê, tenê me 4 fîlm kiribû DVD. Formatên wan, VCD bûn. Ez ji ber vê, pir spasiya Wezareta Çandê dikim. Ev fîlm, fîlmê Yilmaz bixwe ne, ji ber piştî derbeya 12ê Îlonê, gelek fîlmên wî hatin şewitandin.”

Yilmaz Guney, navê wî yê rastî Yilmaz Putun bû û sala 1937ê li gundê Yenice yê Edeneyê ji dayik bû. Guney, nêzîkî 12 salan ket zîndanê û sala 1981ê, reviya Ewropa û li paytexta Fransa Parîsê bû penaber.
Derhêner û lîstikvanê navdarê kurd Yilmaz Guney, sala 1984ê, li Parîsê, çû ser dilovaniya xwedê."

Niha jî rastiyên li ser nûçeyên:

- Nûçe di 11.08.2011'an de di rojnameya Hurriyetê de hatiye weşandin. Aknewsê nûçe ji wir girtiye û di nûçeyê de gotiye ku ji Hurriyetê hatiye girtin, lê Nûkurdê ne gotiye ji Hurriyetê ne jî gotiye ji cihek din hatiye girtin.

- Aknewsê jî Nûkurdê jî sernavê "Qedexe li ser fîlmên Yilmaz Guney rabû" bikar anîne, lê tu qedexe li ser fîlmên Yilmaz Guney ji xwe tune bû. Heta niha fîlmên Yilmaz Guney li Tirkiyeyê wekî VCD hatine çapkirin û niha jî ew wekî DVD têne çapkirin. Heta salên 90'î qedexeyeke li ser fîlmên Yilmaz Guney hebû lê wê demê ew qedexe rabû. Fîlmê "Yol" ku derhêneriya wî Şerif Goren kiriye lê wekî filmê Goren û Yilmaz Guney tê hesibandin di 12.02.1999'an de li Tirkiyeyê ket vîzyonê.
Jixwe dema bi baldarî nûçeya ku Hurriyetê weşandiye jî baş bê xwendin (yan jî wergera ku van weşanan kiriye) dê bê dîtin ku dibêje 'Fartomanê VCD bûn'. Yanê tu qedexe li ser Guney tune bû û her du malperan jî rastî berevajî kiriye.
- Hurriyetê sernavê "Yilmaz Guney açilimi" (Pêşîlêvekirina Yilmaz Gurey) bikar anî bû, jixwe ev jî şaş e û jixwe rêya li ber Guney ne girtî bû.

Erê em fêm dikin Hurriyet û hin rojnameyên din dikarin bi her nûçeyê xwe pesnê hikumeta AKP'ê bidin, lê çi bi malperên kurdan hatiye? Bi ser de jî agahiyên şaş diweşînin...

Wekî agahiyeke din: Heta niha fîlmên Yilmaz Guney wekî VCD ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney û Gala Fîlm ve hatibûn çapkirin. Dibe ku niha ji bo çapkirina DVD'yên fîlmên Yilmaz Guney wezareta Çandê ya Tirkiyeyê alîkarî kiribe, lê ji bo paqijkirin û restorekirina fîlma Hikumeta Başûr ku wê demê di bin Serokatiya Nêçîrvan Barzanî de bû alîkarî da weqfê ku fîlmên Yilmaz Guney bêne restorekirin. Em mîktara alîkariyê nizanin lê em dizanin ku bi wê alîkariyê Weqfê fîlmên Guney şandin Îngilistanê û li wê derê restore kirin.

Em çi bibêjin: Bi hêviya ku dê malperên kurdan êdî nûçeyên rast biweşînin.

 

* Malperên kurdan nûçeyên şaş diweşînin!


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo vî fotoyî gotin 'Ne etîk e'!

ad

Cennet di bin lingên wê de ye!

ad

Gelo Ahmedînejad bû sêyemîn

ad

Tîmên bajarên kurdan ji bo Kûpaya Tirkiyeyê bi hev re dilîzin

ad

'Malbenda Nivîskarên Sûriyê' hilbijartina xwe pêk anî

ad

'Emê li welat cixareyê qedexe bikin'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname