logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Bi 5 nûçeyan li Başûr tiştên diqewimin

Ji bo Bakurî rewşa Başûr hinek fêm bikin emê ji çapemeniya Başûr çend nûçeyan pêşkêş bikin. Belkî di dawî de du sê pirsê

  • Dîrok: 14/12/2020
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Ji bo Bakurî rewşa Başûr hinek fêm bikin emê ji çapemeniya Başûr çend nûçeyan pêşkêş bikin. Belkî di dawî de du sê pirsên me jî hebin. Kerem bikin:

Vê serê sibê, yanê roja 14.12.2020'an (saet li dor 11'an) Rûdawê li ser malpera xwe nûçe weşandine, em çend heban jê hildibijêrin:

1-Kerkûk - Îro dema ku artêşa Iraqê ji bo valakirina gundê Pelkane dabû kurdan bi dawî tê

Îro ew dem bi dawî tê, ku Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Seied Herbiye ji xelkê gundê Pelkane re diyar kiribû daku gundê xwe ji bo erebên hawirde vala bikin.

Lê Cîgirê Serok Parlamentoya Iraqê têkilî vê bûyerê bû û komîtek ji bo şopandina rewşê pêk aniye. Îro ev komîte serdana Kerkûkê dike û Beşîr Hedad hişyarî da Fermandarê Operasyonên Kerkûkê daku hêzên leşkerî nêzîkî gundê Pelkane nebin.

Ev bûyer di demekê de tên ku ji 16 Cotmeha 2017 an de heta niha gelek caran alozî di navbera kurdên nişteciyên deverê û Erebên hawirde de derketiye.

Nakokî di navbera wan de li ser zeviyên wan navçeyan gihiştiye astê şer. Perlemanter jî ji aliyê xwe ve vê yekê wek erebkirineke nû bi nav dikin.

**

2- Wezareta Navxwe: Heşda Şeibî dibêje haya me ji avakirina Heşda Kurdî tune ye

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dibêje, têkildarî avakirina hêzeke bi navê Heşda Kurdî li Kerkûkê, wan peywendî bi Serokê Desteya Heşda Şeibî kiriye û wî gotiye, em agahdarî avakirina ti hêzeke wiha li Kerkûkê nînin û eger her gavek jî ji aliyê serokatiya Heşa Şeibî di vê derbarê de hatibe avêtin jî dê bê hilweşandin.

Roja Şemiyê 12ê Kanûna 2020an hat ragihandin, ku li sînorê parêzgeha Kerkûkê hêzeke Kurdî bi navê Heşda Kurdî hatiye avakirin ku ew bi xwe dibêjin, ser bi Heşda Şeibî ve ne, baregeha wan li gundê Çexmaxe ya Dubizê ye û ji 150 xortên Kurd pêk tê. Fermandarê wê hêza Kurd, kesek bi navê Cebar Xazî ye ku pêştir Fermandarê Istixbaratê Pêşmerge bû li Dûbizê.

**

3- Di şerê PKKê û Pêşmerge de li Amêdiyê pêşmergeyek şehîd bûye

Şeva bihorî 13ê Kanûna 2020an derdora demjimêr 23:30, otomobîleke PKKê li nêzîk gundekî ser bi devera Berê Gare li nêzîk navenda qezaya Amêdiyê xwestibû di xaleke kontrolê ya Hêzên Pêşmerge re bê rawestan derbas bibe, di wê demê de di navbera Hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKKê de alozî derketiye û teqe hatiye kirin.

Di encama wê aloziya navbera PKKê û Pêşmerge de, pêşmergeyekî Leşkerê Roj bi pileya Mulazim Yekm canê xwe ji dest daye.

Bedel Bendî, Fermande ji Leşkerê Roj ji Rûdawê re ragihand, “pêşmergeyê ku di bûyera şeva derbasbûyî de şehîd bûye, navê wî Ebdurehan Emîn e û pileya wî Mulazim Yekem û xelkê Bakurê Kurdistanê ye.”

Bedel Bendî herwiha got, “biryar e termê wî pêşmergeyî îro li bajarê Zaxoyê bê veşartin.”

**

4- Malpera ESTA Media jî li ser meseleya mirina pêşmergeyek nûçe weşandine (14.12.2020). Malper dibêje li gor Facebooka Wezareta Pêşmergeyan serbaz Abdulrahman Amin Şêx Mûsa miriye. Li aliyê din wisa gotiye bi şertê çavkanî neyê eşkere kirin, hinan agahî daye wan ku ew kesê miriye kurdekî ji Tirkiyeyê ye. ESTA MEdiayê paşê cih daye gotinên Osman Kerîm (Alîkarê Serokê Lijneya Pêşmergeyan a li Parlamentoya Kurdistanê): "Ew kes ne pêşmerge ye û ji bakur e. Ji xwe li gorî rêgez û qanûnan ji bo bibe pêşmerge divê rêgeznameya iraqê pê re hebe û dê û bavê wî ji iraqê bin." 

**

5- (Duh, 13.12.2020, Rûdawê ev weşand):

Parlamentoya Kurdistanê hejmara kuştî û birîndarên xwepêşandanên li Silêmanî û Helebceyê aşkere kir

Serokê Komîteya Navxwe û Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurditsanê ragihand, di xwepêşandanên vê dawiyê yên li sînorî herdu parêzgehên Silêmanî û Helebceyê de, beta niha 10 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 70 kesan jî birîndar bûne.

Şaxewan Reûf, Serokê Komîteya Navxwe û Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Ji roja şemiya bihorî ve hin xwepêşandan û kombûn li Raniye û Kelar û Germiyanê hebûne, lê li gor rojên din aramtir bûye.”

Şaxewan Reûf diyar kiriye, di xwepêşandanên doh de hejmarek kes ji ber bikaranbîna gaza rondikrêj birîndar bûne, û birîndariya wan bi sedema fîşekan nebûye.

Serokê Komîteya Navxwe û Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurditsanê, amara dawîn a qurbaniyên xwepêşandanên çend rojên derbasbûyî  li sînorê Silêmanî û Helebceyê aşkere kir û got, “Di xwepêşandanên sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebceyê de heta niha 10 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 70 kesan jî birîndar bûne.”

Rojek pêştir Seroka Fraksyona Goran li Parlamentoya Kurditsanê, Gulistan Seîd ji Rûdawê re gotibû, “di xwepêşandanan de 10 kes şehîd bûne û 60 kes birîndar in. Hêj hejmarek kes di nava zindanan de mane û hêj nehatine berdan.”

Seroka Fraksyona Goranê herwiha destnîşan kiribû, ku parlamenter dikarin şerê ser cadeyê bibin nav parlamentoyê û tekez kiribû, nabe hikûmet tenî hizir li wê yekê bike ku Bexda pereyan naşîne, “divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana xwe hebe.”

***

Rojeva Başûr ji van çend nûçeyan dixuye. Em bêyî zêde bikevin navê, du sê tiştên din bibîr bixin û nirxandinê ji bo we bihêlin: Rûdawê ji bo Pêşmergeyên Roj her wisa dinivîsand:  "Hemû endamên wan ji Rojava ne û ji bo xizmeta Rojava bikin têne perwerdekirin. Destûr bê dayîn dê herin Rojava." Ger wisa be Pêşmergeyê Roj li wir çi karî dikin? Didu, Rûdaw di nûçeya xwe de qala mirina Ebdurehman Emîn dike, lê nabêje ji aliyê hember kî miriye yan birîndar bûye. Çima? 

Ji bo nûçeyên 1 û 2'yan not: Li Kerkûkê erebkirina wir didome. Li aliyê din bê înkarkirin jî li wir Haşdî Şeebî birêxistinkirina xwe xurt dike. Gelo pirsgira sereke ya kurdan li Başûr divê ne ev be? Ma Kerkûk ne bajarekî kurdan ê mezin e li Başûr?

**

Têbinî: Ev nûçe roja 14.12.2020, saet li dor 12'yan (Saeta Tirkiyeyê) hatiye weşandin. Agahiyên ji çapemeniyê hatine girtin me dest nedaye. Me tenê kurteya wan girtiye. 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

GÎTARA BÊ TÊL*

ad

2024: Hemû kovarên bi kurdî yên derketine

ad

Diyarbekirspor bi temamî bêxwedî ma

ad

BDP ji bo kongreyê amade ye

ad

Li Batmanê kampanyayek balkêş

ad

6 hezar kesî 'zimanê herî seksî ê dinyayê' hilbijart

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname