Diyarname
Li Almanyayê Mebûsa Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer pêşnîyarzagonek da meclisê û xwest Parlemena Almanyayê Enfalê wekî "Komkujî" qebûl bike.
Roja 16'ê adara 1988'an Hêzên Hewayî yên Iraqê li bajarê Helebçeyê gava kîmwetî bi ser kurdan de barandin û di wê bûyerê de 5 hezar zarok, mezin, jin mêr hatin kuştin. Rejima Sedam Huseyîn heta wê rojê bi navê "El-Enfal" li dor 100 hezar kurd kuştibûn. Di van rojên ku hindik ji bo 16'ê adarê salvegera komkujiya Helebçeyê re maye de mebûs Hêlîn Evrîm Sommer pêşniyarzagonek da Meclisa Federal a Alman û xwest meclis Enfalê wekî Komkujî qebûl bike.
Mebûsa kurd Hêlîn Evrîm Sommer li ser meseleyê wisa gotiye, "Yek ji bûyerên bixwîn a dîrokî operasyona El-Enfal divê wekî komkujî bê qebûlkirin. Divê hikumeta Alman vê bûyera ku şîrketên alman jî bûne şirîkê wê baş lêkolîn bike û vê sûcê dij mirovahiyê ronî bike. Ev yek bê kirin, dereng be jî ji bo mexdûrên komkujiyê dê hinek edalet derkeve holê."


