Diyarname
Vê hefteyê em straneke gelêrî bi vexwendineke klasîk a rojava pêşkêşî we dikin: Lo Şivano.
Strana "Lo Şivano" straneke kurdan a gelêrî ye. Serê pêşî Aramê Tîgran, dûre hunermendên wekî Mehmet Atli, Diljen Ronî û gelek hunermendên herêmî jî rih daye vê stranê û strane. Hunermenda kurd Pervîn Çakar ku berê jî ev stran xwendibû niha ligel du hunermendên din bi stîlek û muzîkeke cuda, bi şêwaza muzîka klasîk a rojava ev stran ji nû ve saz kiriye û pêşkêş kiriye.
Sê hunermendên di qada xwe de serketî; Hunermend Îklîm Tamkan bi piyano, Ertan Tekîn bi dûdikê û sopranoya kurd Pervîn Çakar jî bi dengê xwe ji nû ve rih daye vê stranê û bi ser youtube Ada Muzîkê re pêşkêş kirine.
Em vê stranê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Kerem bikin:


