Diyarname
Nivîskar û mebûsê HDP'ê yê berê Prof. Dr. Kadri Yildirimê ku duh wefat kiribû îro hat oxirkirin. Bi beşdariya sedan kesî cenazeyê wî hat definkirin.
Cenazeyê Yildirim anîn Goristana Yenîkoy a li Baglara Amedê û li wir bi beşdariya gelek kesî hat definkirin.
Ligel malbata Yildirim, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayındır, Mebûsên HDP'ê Dersim Dag, Remziye Tosun, Mahmut Togrul, İmam Taşçier, Nejdet İpekyuz, Mebûsê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, mebûsên HDP'ê yên berê Altan Tan, Mehmet Ali Aslan, komek nivîskar, zimanzan û gelek kesên din di dema definkirina cenazeyê de li goristanê amade bûn.
Hinek kesan xwestin ala Herêma Kurdistana Federe vekin lê polîsan nehişt.
**
Nûçeya Eleqedar:


