Diyarname
Kovara xêzeromanê Gog ku bi awayekî dîjîtal weşana xwe didomî bi hejmara xwe ya 4'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Kovara ku ji bo zarokên kurd mehê carek bi kurmancî û kirmanckî tê amadekirin û belavkirin, bi hejmara xwe ya meha gulanê li benda xwendevanên xwe ye.
Red Kît, Yakarî, Thorgal, Qirix, Paşiye, Zanist, Huner, Porsûre hin xêzên ku di vê beşê de cih girtine. Her wiha "Kitabî vanê se?" û "Se bî bî?" jî du beşên din in di nav hejmara 4'an de.
Kovar di bin rêberiya Îmam Cîcî de derdikeve û ligel Cîcî xêzkarên wekî Dogan Guzel, Ender Ozkahraman, Eşref Mumcu û hwd. ked didin kovarê. Kovara ku ji bo zarokên 7-14'an de bi abonetî tê xwendin. Yên bixwazin bibin abone, bibin alîkar, navnîşanê têkiliyê ev e:


